Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir 2024-08-15 10:38:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrokzan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da.  Dîrokzan û siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir. Odeya Tabîban a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Ekîncî jiyana xwe ji dest daye.    Odeya Tabîban di parvekirina xwe de wiha got: “Me bi xemgîniyek mezin bihîst ku endamê me yê hêja siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Dr. Tarik Ziya Ekîncî wekfat kiriye. Em êşa malbata hevpîşeyê xwe parve dikin û sersaxiyê ji civata hekîman û hezkiriyên wî re dixwazin.”   TARIK ZIYA EKÎNCÎ KÎ YE!   Di sala 1925’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Di sala 1949’an de Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Pisporê nexweşiya hundirîn, siyasetmedar, nivîskar û parêzvanê mafên mirovan e. Ew di hilbijartina 1965’an de ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) wekî parlementer hatibû hilbijartin. Ekîncî di heman demê de hevalekî nêz ê nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) e ku di sala 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve li Amedê hatibû qetilkirin. Wî serokatiya Odeya Tabîban a Amed-Mêrdîn-Sêrtê kiriye. Ew endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekitiya Tabîban a Tirkiyeyê bû.    Ekinci di sala 1970'yî de di damezrandina Navendên Çanda Şoreşgerî ya Rojhilatê (DDKO) ya Amedê de cih girtibû. Ekîncî piştî Muxtaraya 12'ê Adarê bi îdiaya "propagandaya Kurdayetiyê û komunîzmê kiriye" li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê 3 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Di serdema 12’ê Îlonê de jî 5 caran hate girtin. Piştî hat berdan çû derveyî welat. Heta sala 1989'an li Parîsê doktorî kir. Paşê dîsa vegeriya Tirkiyeyê.   Ekîncî ku endamê Lijneya Şêwirmendiya Siyasî ya Akademîk a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kiribû. Xebata wî ya siyasî ya herî dawî jî di Desteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girtibû.    Ekîncî gelek pirtûk û nivîsên li ser pirsgirêka kurd û rastiya kurdan nivîsandiye.