AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir 2024-08-15 13:58:37   RIHA - Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê hatiye hilbijartin, ji partiya xwe îstîfa kir û tev li AKP’ê bû. Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î yê rêza duyem Abdulkadîr Kurt bertek nîşanî qebûlkirina serlêdana Hevşaredarê Bêrecûkê Begît da û ji partiya xwe îstîfa kir.    Mehmet Begît ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) hatiye hilbijartin di 29’ê nîsanê de ji partiya xwe îstîfa kir û duh derbasî AKP’ê bû. Endamê Meclisa Şaredariyê yê di rêza duyemîn de ji AKP’ê hatiye hilbijartin duyem Abdulkadîr Kurt bertek nîşanî qebûlkirina serlêdana Hevşaredarê Bêrecûkê Begît da û ji partiya xwe îstîfa kir.    BERTEK NÎŞANÎ PARTIYA XWE DA   Kurt ê bi ser hesaba xwe ya madya dîjîtal dîmenek parve kir û îstîfaya xwe eşkere kir. Kurt bi bîr xist ku DEM Partiyê li Bêrecûkê bi ferqa nêzî 11 hezar dengan, di hilbijartinê de bi ser ketiye. Kurt da zanîn ku rêzgirtina îradeya gel ferz e û wiha got: “Tu kes nikare vî mafî xesp bike. Mehmet Begît 20 roj piştî hilbijartinê îradeya 22 hezar mirovan xesp kiriye û ji DEM Partiyê îstîfa kiriye. Ev kes bi ser nirxên welatê me yên neteweyî danezanê ava dike û ji bo xeyalên qirêj ên rantê ava dike. Mixabin dê ev xeyalên wî bêbersiv bimînin.”    Kurt di parvekirina xwe de bi bîr xist ku Begît duh derbasî AKP’ê bûye û ev tişt gotin: “AKP’ê di demên dawî de ji ber van kesayetiyan, dengên xwe winda kir. Me vê yekê di hilbijartinên dawî de pir zelal dît. Li şûna ku em ji xelatiyan aqil bigirin, em bi şaşiyan berdewam dikin. Lewma ez ê bi mirovên wiha siyaseta alê dikin û îradeya gel tune dihesibînin re di banakî de nemînim. Ez ê ji rêza duyem a endamtiya Meclisê ya AKP’ê îstîfa dikim û dê di vê pêvajoyê de wek serbixwe bidomînim.”