Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan 2024-08-15 16:20:38   TEKÎRDAG/KOCAELÎ - Girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin destnîşan kir ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnnas gefa mirinê lê xwariyê. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî daxuyand ku li girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîfa F ya Kocaeliyê de tê ragirtin xistine.   Girtî Abdullah Bozûrt ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tekîrdagê de tê ragirtin bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku gefa mirinê lê hatiye xwarin. Bozkurt di telefona heftane de bi xwişka xwe Ozlem Bozkûrt re axivî, anî ziman ku wî xistine qawişa wek “qefesa çûkan” tê pênasekirin û cilên wî bi darê zorê jê kirine. Xwişk Bozkûrt ragihand ku gardiyanan îşkence li birayê wê kirine û gefa mirinê lê xwarine.    ‘DIBE KU MIN BIKUJIN, HEQÊ XWE HELAL BIKIN’   Xwiş Bozkûrt da zanîn ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnnas gefa mirinê li birayê wê xwarine û wiha got: “Hefteyek berê wî xistine ‘qefesa çûkan’ û bi awayekî tazî lê xistine. Birayê min got ku ‘Dibe ku min bikujin”. Xwişk Bozkûrt got ku ew ji rewşa birayê xwe fikaran dikin û banga hestiyariyê ji raya giştî kir.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan derbarê îşkenceya û gefa mirinê ya li dijî Bozkûrt, pêşnûmepirs da Wezareta Edaletê.    LI GIRTIYEKÎ XISTIN   Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlioglû bi xer hesaba xwe ya X’ê parvekirinek kir û da zanîn ku Girtî Adem Dînç ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîfa F ya Kocaeliyê tê ragirtin ji hêla gardiyanan ve bi serdagirtina qawîşê de hatiye derbkirin.    Gergerlîoglû diyar kir ku girtî Dînç tiştên hatine serê wî ji parêzera xwe Hanna Bayturkê re vegotiye û ev tişt anî ziman: “Di 9’ê tebaxê roja înê saeta 11.00’an de sergardiyan Taner Şahîn û çend gardiyanên din ji bo lêgerînê tên odeyê. Lêgerîn dora 30-45 deqeyan dom dike, tiştên Dînç tên belavkirin, ji tiştên taybet ên Dînç re rêz nayê girtin û dest datînin ser 2 pirtûkan. Herwiha dema lêgerîn dihat kirin de Taner Şahîn ji muwekîlan re ‘Hûn min dişkênin, we paşnavê min di daxwaznameyê de xeletî nivîsandiye, hûn ê ji min re Serok Taner bêjin’ gotiye û xwestiye li wê derê provakasyonê bike.”    ‘JI BER LÊDANÊ XWÎN HATE SER ÇAVAN’   Di dema lêgerînê de Mehmet Alçinkaya, Mûstafa Dogan û Adem Dînç ên di heman odeyê de bûn, birin odeyekî din. Piştî nîv saetekî din Amed Dînç ji odeyê bi tena serê xwe tê ragirtin û jê re gotine, ‘tu dê tiştên xwe kom bikî’. Dîsa dema tiştên xwe kom dike Taner Şahîn jê re ‘Tû dê li dijî leşker û polîsên min çekê bi kar bînî û ser ve jî dê li vê derê rehet bisekinî’ gotiye û hewl daye ku li Adem Dînç bixe. Dema Dînç ji bo xwe biparêze milên xwe dide ber rûyê xwe, mist li milê wî dikeve. Piştre du gartiyan ji milê Dînç digirin û gardiyanek jî qirika Dînç dişidîne. Di wan kêliyan de Taner Şahîn 3 caran li rûyê Adem Dînç dixe. Ji ber van derbên li rûyê wî ketine, derdorê çavê Dînç werimiye û xwîn hatiye ser çavê wî.”