Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza! 2024-08-16 09:03:16 ÊLIH - Girtiyê 30 sal in tê ragirtin Nûrettîn Çelebî re pirsa “Gelo tu poşman î” hate pirsîn. Bersiva “Ma ne şerm e hûn vê pirsê ji min dipirsin?” wek hincet hate nîşandan û berdana Çelebî 6 mehan hate taloqkirin.  Nûrettîn Çelebî (53) ku 30 sal in girtî ye û di Girtîgehea Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî nayê berdan. Çelebî di sala 1994’an de dema xwendekarê zanîngehê bû li Mêrsînê hate girtin, ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “Yekitî û yekpariya dewletê xerakirinê” cezayê muebetê lê hate birîn. Çelebî di vê pêvajoyê de bi dorê li girtîgehên Mêrsîn, Konya, Nîgde, Mereş, Hatay, Mûş, Xarpêt, Edene, Karabûk û Enqereyê hate ragirtin. Çelebî ya di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin divê di 4’ê gulanê bihata berdan lê belê tahliyeya Çelebî 6 mehan hate taloqkirin.     Di vê pêvajoyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Ûysal Aslan rewşa Çelebî anî rojeva Meclisê. Ûysal destnîşan kir ku berdana Çelebî ji hêla “lijneya taybet” ve ji ber nêrîna “xweşhalî nîn e” nayê berdan û wiha pirsî: “Derveyî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehan di nava ‘lijneyên taybet’ de kê hene?”.   JI BER BERSIVA DAYE NAYÊ BERDAN   Birayê wî Abîdîn Çelebî  (64) yê 3 meh piştre di 6’ê tebaxê de çûye serdana birayê xwe anî ziman ku ew wê çaxê sedema neberdana birayê xwe hîn bûye û wiha axivî: “Di 4’ê gulana ku dê bihata berdan, parêzerê wî bi midûrê girtîgehê re axivî. Midûrê girtîgehê jê re gotiye ‘Dê îro berdin’. Me jî amadehî kir û em ji bo pêşwaziyê çûn li pêşya girtîgehê. Dema ku em li pêşiya girtîgehê disekinîn parêzer agahiya biryara domandina girtina wî parve kir.”     POŞMANTIYÊ RED KIR   Çelebî da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji birayê wî pirsa “Gelo tu poşman î” pirsîne û diyar kir ku birayê wî jî bertek nîşanî pirsîna vê pirsê daye û wiha pê de çû: “Ji birayê min pirsên ‘Gelo tu poşman î?’, ‘Dema ku tu derketî dê çi bikî, dê biçî çiya?’ pirsîne. Ew jî li hember van pirsan hêrs bûye û wiha bersiv daye, ‘Ma ne şerm e hûn van pirsan ji min dipirsin?’. Bi ser vê yekê lijne berdanê 6 mahan taloq dike. Birayê min jî bersiva ‘Ez we vedixwînim sepandina qanûnên xwe, hûn qanûnên xwe binpê dikin’ daye.”   ‘BILA BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIN’   Kekê Nûrettîn Çelebî derbarê hevdîtina bi birayê xwe re kiriye axivî û ev tişt gotin: “Dema em çûne girtîgêhê birayê min me dilxweş dikir û ji me re ‘Moralê xwe xera nekin, çi bikin bila bikin em paş de gav navêjin’ digot. Ne tenê li birayê min, vê zilmê li hemû girtiyên di girtîgehê de tên ragirtin dikin. Piştî 30 salan berdanê taloqkirin bêwijdanî ye. Jixwe qanûnên xwe jî nasepînin. Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bin.”