Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive 2024-08-16 09:44:36 ENQERE - Meclis dê ji bo Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye xistin û girtî ye, di saet 14.00’an de wek awarte bicive.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Paşerojê, Partiya Demokrat, Partiya DEVA’yê, Partiya Saadetê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEK) piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê Atalay deye, xwestin Meclis wek awarte bicive.    Piştî ku partiyên xwestine Meclis wek awarte bicive û daxwazname ji Serokatiya Meclisê re şandine, Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş jî Lijneya Giştî ya Meclisê îro vexwend civînê. Di vê çarçoveyê de Meclis dê îro saet 14.00’an de bicive.    AYM’ê derbarê biryara 22’yê sibatê ya Dadgeha Bilind de ku parlamenteriya Can Atalay xistibû, biryara “tu hikmê wê nîn e” dabû û biryara bi sedem jî, di 1’ê tebaxê de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin.