Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin 2024-08-16 13:37:47 STENBOL - Odeya Endezyarên Înşeatê yên TMMOB’ê bi boneya 25’emîn salvegera Erdheja Marmarayê civîn li dar xist û got: Tevî dema bi ser erdhejê derbas bûye, tu tevdîrên amadehiyê nehatine girtin.”    Odeya Endezyarên Înşeatê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bi boneya 25’emîn salvegera erdheja Golcukê ya bi pileya 7,4 an di 17’ê Tebaxa 1999’an de çêbûye, ku wek Erdheja Marmarayê tê nasîn, civîn li dar xist. Civîna bi sernavê “Tevbîrên nehatine girtin qasidên karesatên nû ne” li avahiyê odeyê yê li Kadikoyê hat lidarxistin.     Metna daxuyaniyê Seroka Lijneya Rêveber a TMMOB’ê Sînem Kolgû xwend. Kolgû bal kişand ser karesata mezin a di dîroka welat de û wiha got: “Ne tenê ji hêla can û mal de ji ber li herêmekî pîşesazî û nifûsekî zêde bû, bandoreke mezin li ser aborî û siyasetê kir.    Kolgû destnîşan kir k di demên derbasbûyî de tu sazî ji bo karesatan gav neavêtine û ev tişt gotin: “Ji bo tevbîran gelek tişt hatin gotin lê belê bersiva van bûye erdheja Çewlîg, Wan û îzmîrê. Ji ber  tevdîrên nehatine girtin, encamên herî giran a di 6’ê Sibatê de pêk hatin.”    ‘6-7 MÎLYON XANÎ DI STATUYA XETERNAK DE NE’   Kolgû diyar kir ku derbarê rewşa stoka avahiyan çiqas e baş nayê zanîn û derdorê nêzî 10 milyon stoka avahiyan, 6-7 mlyonê wan di statuya xeternak de ne. Ji bo bajarê Stenbolê jî nezelaliyek heye. Tê dîtin ku daxuyaniyên desthilatê ji bo xapandina gel tên kirin.”    ‘YEK ROJA KU EM WINDA BIKIN NÎN E’   Kolgu axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di her mijarekî qada endezyarên înşeatan eleqedar dike de venêrîn baş werin kirin pergala ‘Endezyariya Gihaştî’ têkeve meriyetê. Ji bo tevdîr werin girtin, yek roj nîn e ku em winda bikin.”