OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir 2024-08-16 15:09:54 STENBOL - Endamên OHD’ê li Girtîgeha Kocaeliyê bi girtiyan ku îşkence li wan hatiye kirin re hevdîtin pêk anîn û parêzeran piştrast kir ku îşkence li girtiyan hatiye kirin.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê têkildarî îşkencekirina girtiyan a li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Kocaeliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya OHD’ê ya li navçeya Beyoglûyê pêk hat. Endama OHD’ê Bêrîvan Bekçî da zanîn ku piştî îdiaya lêdana girtiyan ew çûne girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kirine. Bekçî diyar kir ku gardiyanan di kêliya lêgerîna qawîşê de tiştên li dijî rûmeta mirovan kirine û got: “Sergardiyan jî tev li lêgerînê bûye û gardiyanên din provoke kiriye. Sergardiyan ji girtiyan re gotiye, ‘Hûn min dişikînin, hûn di daxwaznameyên xwe de navê min şaş dinivisînin. Hûnê j imin re bêjin T. Başkan’.”     XWESTINE WÎ BIFETISÎNIN    Bekçî behsa qewimandina ka girtî çawa bi êrişê re rû bi rû mane kir û wiha got: “Piştî lêgerîna li qawîşê, girtî M.A., M.D. û Adem Dînç ên li hucreyê dimînin, ji hucreyê girtine û birine hucreyek din. Piştî nîv saetî ji girtî Adem Dînç re gotine, ‘tu yê eşyayê xwe kom bikî’ û wî birine hucreya wî berê. Dema ku Adem Dînç eşyayên xwe kom dike, sergardiyan jê re dibêje, ‘tu yê gule berdî leşker û polîsên min û li vir jî rehet nasekinî’ û li Adem Dînç dide. Paşê sergardiyan û gardiyanên din bi hev re li Adem Dînç didin. Girika wî dijidînin. Kulman li ser û çavên wî didin. Çavên wî reş û şîn bûne û werimî ne.”    'RAPORA LÊDANÊ NEDANÊ’    Bekçî anî ziman ku Adem Dînç diçe revîrê ku rapora lêdanê bixwaze lê raporê nadinê û der barê gardiyanan de gilî dike. Bekçî da zanîn ku ji girtiyan Mehmet Şîrîn Tekmenuray jî li cem sergardiyan bi heman şiklî bi lêgerîna dedektor û dest ve rû bi rû dimîne û got ku îşkence li Tekmenuray hatiye kirin. Bekçî diyar kir ku Tekmenuray jî tevî ku rapora lêdanê xwestiye nedanê û tevî ku 3 caran daxwaname ji îdareya girtîgehê re nivîsandiye jî lê bersiv nedanê û got: “Ev rewş li dijî peymanên navneteweyî û hiqûqa navxweyî ye.”    BANGA LÊPIRSÎNA BI BANDOR    Bekçî destnîşan kir ku ev hemû bûyer ji ber polîtîkaya bêcezakirinê rû didin û got: "Ji ber van sedeman, ji bo ku bûyerên îşkence û muameleya xerab dubare nebin, divê dewlet der barê îşkence û muameleya xerab de de lêpirsîneke bi bandor bide destpêkirin. Em bang dikin ku der barê îşkencekirina Adem Dînç, Mehmet Şîrîn Tekmenuray û girtiyên din lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin û hemû berpirsiyarî werin bicihanîn. Weke OHD’ê em bi bîr dixin ku îşkence sûcê mirovahiyê ye û em ji raya giştî re radigihînin em ê têkildarî îşkence û muameleya xerab a li Girtîgeha Kocaeliyê pêvajoyê bişopînin.”