Genimê cotkaran li nava zeviyan ma 2024-08-17 09:29:45   AMED - Li Çinarê ku fiyeta genim 8 hezar û 500 lîre hatiye diyarkirin, cotkaran anî ziman ku ji ber erzanbûnê genimê xwe li nava erd hiştine û mexdûr in.    Ofîsa Dirametan (TMO) di daxuyaniya xwe ya 2024'an de ya têkildarî fiyeta derametan, diyar kir ku fiyeta genim li gor taybetiyên xwe di navbera 8 hezar û 500 lîre û 10 hezar û 500 lîreyî de diguhere. Li navçeya Çinar a Amedê ku tona genim bi 8 hezar û 500 lîreyî ye, cotkar bi gilî gazinc in.    Cotkaran diyar kir ku fiyetên hatine diyarkirin têra lêçûnên wan nakin û ji ber vê genimê xwe nefirotine.    NAYÊ FIROTIN   Cotkarê bi navê Kemal Eken diyar kir ku ji ber bihabûnê 2 meh in genimê xwe nefirotine û ji ber erzaniyê û zêdebûna enflasyonê jî nikarin heqê keda xwe bistînin. Eken got: “Par tona genimê me bi 9 hezar lîreyî bû, îsal jî 8 hezar û 500 lîre diyar kirine. Mazota par 24 TL bû, niha bûye 44 TL. Berê lêçûna motorê 3 hezar lîre bû, niha herî kêm bûye 6 hezar lîre. Gubre û derman jî heye. Yanî bihayê her tiştî zêde dibe, lê nirxê genim jî kêm dibe. Em dixisirin."    Eken anî ziman ku ji ber ku nikarin genimê xwe bifiroşin nikarin deynê xwe jî bidin û destnîşan kir ku ji ber deynan dikevin ber îcrayê.    ‘BERHEMÊN PÎŞESAZIYÊ BIHA NE'   Ji cotkaran Mehmet Eken anî ziman ku berhemên li pîşesaziyê tên hilberandin biha ne, lê berhemên cotkaran erzan in û got ku dewlet bi van polîtîkayan dixwaze cotkarên hilberînê dikin biqedîne. Eken got: “Krîza aborî li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Polîtîkaya heyî ya dewletê ji hilberînê zêdetir li ser îthalatê ye. Ji ber vê sedemê ji bo berhemên ku li welêt tên çandin bihayên erzan tên diyarkirin. Bihayê gubre û mazotê 4 sal berê 4 TL bû, niha bûye 40 TL. Ji ber vê sedemê dema ku lêçûnên çandiniya genim zêde dibe, bihayê genim erzan dibe û berhem jî di dest de dimînin. Heger cotkarên dewletekê di tengasiyê de bin, aboriya wê jî dikeve tengasiyê. Li holê kedeke cidî heye, lê beramberiya vê kedê bi dest me nakeve."    ‘EM MEXDÛR IN'   Cotkar Abdûrrahman Temel jî wiha got: “Berê dema me genim diçand me hem deynê xwe dida hem jî beramberiya keda xwe distend, lê niha em bi bêçare ne. Sedema ku Tirkiye ketiye nava vê krîza aborî polîtîkayên şer e. Her tiştî ji bo şer xerc dikin. Ji balefirên kirîne bigire heta guleyên wan her tişt ji berîka me dertê. Em bi her awayî mexdûr in."    'JI BO ŞER XERC DIKIN'   Mehmet Dûva jî bilêv kir ku piraniya budçeya Tirkiyeyê ji bo şer tê veqetandin û got: "Em bi zirarê dixebitin. Ji bo vê jî em mecbûr dimînin ku erdê xwe bifiroşin."    MA / Heval Onkol