Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê 2024-08-17 09:48:28 ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê, di nava 5 mehan de çalakiyên kurdî, aşxaneyên bajêr, "nexweşxaneya gerok", belavkirina xwarinê û gelek tiştên din pêk aniye. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di hilbijartina 31'ê Adarê de Şaredariya Êlihê bi dest xistibû. Rêveberiya DEM Partiyê gava hat ser kar qeyûm 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hiştibû. Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û endamên meclisa şaredariyê di nava 5 mehan de tevî ku qeyûm şaredarî rûxandiye û di bin deyn de hiştiye jî xebatên girîng kirin. Ji aliyê şaredariyê ve gelek çalakiyên çandî hatin kirin. Şaredariyê 2 aşxaneyê bajêr ku li her aşxaneyekê 4 cure xwarin bi 100 lîreyî tên dayîn vekirin û rojê 41 hezar nan jî belaş belav dike. Şaredarî bi "nexweşxaneya gerok" di warê tenduristiyê de xizmeta gel dike û her wiha ji bo zarokan gelek xizmet dane destpêkirin.    NEXWEŞÊN ÇOLYAKÊ NEHATIN JIBÎRKIRIN     Hevşaredar Sonuk îşaret bi wê yekê kir ku armanca wan pêkanîna daxwazên gel e û diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de li ser xebatên çand û hunera kurdî radiwestin. Sonuk diyar kir ku ew her hefte li taxên cuda çalakiyên dengbêjiyê li dar dixin û bi welatiyan re tên cem hev.   Sonuk diyar kir ku wan li cihên ku kedkar lê zêde ne aşxaneyên bajêr vekirine û li her du xwaringehan rojane 4 hezar kes xwarinê dixwin. Sonuk anî ziman ku li bajêr ji bo nexweşên çolyakê firinek û kafeyek vekirine û got ku li firinê 940 nanî belaş belav dikin û gelek kek û pasteyan jî didin.    JIN, ZAROK Û EXTIYAR     Sonuk da zanîn ku ji bo malbatên ku şert û mercên wan ên aborî nebaş in, em bi welatiyan re li taxan bi 'nexweşxaneya gerok' tên cem hev. Sonuk diyar kir ku rojane ji bo bi sedan kes xizmet tê dayîn û bi "Jinkart"ê destekê didin jinan û got ku di warê werzişê de piştgiriya werzîşê didin bi sedan jinên ciwan û dersên tenîs, fûtbol, basketbol û voleybolê didin 2 hezar û 380 zarokan.   WÊ KREŞ BI KURDÎ BÊ VEKIRIN   Sonuk got ku wan hişyariyên kurdî li ser otobusên şaredariyê bi cih kirine û ji nû ve li ser rêyan nivîsên "Pêşî Peya" nivîsî ne û got ku armanca wan kreşeke bi kurdî vekin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ   Sonuk diyar kir ku ew ê li dijî tiryakê çalakiyan li dar bixin û wiha got: "Pirsgirêka herî mezin a bajêr tiryak e. Temenê bikaranîna tiryakê daketiye 10 salan. Em plansaziya çalakiyên werzîşê û çandî dikin. Em bi saziyên sivîl ên bajêr re hatin cem hev. Ji bo pêşîgirtina li xwekuştin û tiryakê em ê hin gavan bavêjin."    Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk   Sonuk diyar kir ku wan di 5 mehan de deynên ji dema qeyûm mayî daye û wesayîtên şaredariyê yên qeyûm dane saziyên fermî ji wan saziyan xwestine, lê belê hê vegerek çênebûye.    Sonuk anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a bajêr pirsgirêka avê ye û wiha got: "Di nava 4 salan de bêyî amadekirina binesaziyê gelek tax ji bo geşepêdanê hatine vekirin. Ji ber vê jî pirsgirêka avê heye. Divê binesaziya wê were amadekirin Pirsgirêka avê, pirsgirêka herî mezin a bajêr e. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin."    MA / Fethî Balaman