Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn 2024-08-17 13:31:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê li aqûbeta windayan pirsîn. Li aqûbeta Îbrahîm Kartay, Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk hat pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 810’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD’ê û Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tev li çalakiyê bûn.    Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û diyar kir ku ew ji ber wefata parêzvanê mafê mirovan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî gelek xemgîn in û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest.    Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya Îbrahîm Kartay ê 15’ê tebaxa 1995’an li gundê Hûrê yê bi ser navçeya Hênê ya Amedê ve di binçavan de hat windakirin, xwend.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH      Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 646’emîn de çalakî li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.    Vê hefteyê serpêhatiya Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk ên tebaxa 1994’an li gundê Zorava bi ser navenda Êlihê ve di binçavan de hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD’ê Rêzan Baytar serpêhatiya windakirina bav û law xwend.    Bi dû daxuyaniyê re çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    COLEMÊRG      Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê ku her rojên şemiyê ji bo kesên di cînayetên “Kiryar Nediyar” de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 136’an de berdewam kir. Çalakiya ku li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatî kirin, pankarta “bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Îslam Terkoglû yê di 23’ê mijdara 2006’an de ji hêla leşkeran ve hatibû qetilkirin, hat kirin. Xizmên windayan, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî û rêveberên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Saît Çaglayan axivî û bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş. Çaglayan girtina Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş û di nav cihan de bû û çend ro berê hatibû girtin, bi bîr xist û got ku divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.    Piştre Endamê Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Eren Baskin metna daxuyaniyê xwend û anî ziman ku mekanîzmaya ewlehiyê ya dewletê ku di rewşên bandorê li jiyana mirovan dike, di bin navê 'hêmanên herêmî an jî hesasiyeta herêmî' de li ser sîstemeke neqanûnî hatiye avakirin. Baskin da zanîn ku li Colemêrgê pêkanînên hêzên ewlehiyê yên neqanûnî, bi awayekî nebaş tê manîpulekirin û bi bêcezatiyê tê bi dawî kirin. Baskin bi domdarî wiha got: “Buyera Îslam Terkoglû jî bi vî awayî bê ceza hat hiştin. Terkoglû li herêma Oremar bi hevalê xwe Reşît Soydan re êzing komkiribûn û ji bo ku bînin navçeya Geverê wesayîta wan ji hêla leşkeran ve hatibû gulebaran kirin. Di encama vê yekê de Terkoglû jiyana xwe ji dest dabû û Soydan jî bi şanseke mezin tu zirar nedîtibû. Lê mixabin her çiqas serlêdan hatibin kirin jî dosyaya Terkoglû hat girtin û hemû serlêdanên malbatê jî hatin redkirin.”   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÎZMÎR      Rêveberên ÎHD'a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevn a navçeya Konakê ji bo aqûbeta windayan were ronîkirin û faîl bên girtin çalakiya ji du hefteyan carek li dar xist.