Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin 2024-08-18 10:00:18   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser êrişên AKP’iyan ên di Meclisê de û wiha got: “Armanca AKP’ê û MHP’ê ew e ku ev reş di Meclisê de domdor be. Lê belê ev wiha nayê meşandin, nabe rewşa asayî ya Meclisê.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Komarê ya Gel (CHP), Partiya Paşerojê, Partiya Demokrat, Partiya DEVA’yê, Partiya Saadetê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê  (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) piştî biryara Dadgaha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê Can Atalay de biryar da, ji bo Meclis wek awarte bicive bang kiribûn.   Piştî daxwaznameya partiyên behsê xeberê pêşkeş kirin, Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş jî Lijneya giştî ya Meclisê di 16’ê tebaxê de vexwend civînê.   Piştî bangê, Meclis civiya û ewilê mafê axaftinê Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît girt. Koçyîgît mafê axaftinê da Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik. Dema Şik axaftina xwe dikir, Parlamenterê AKP’î yê Îzmîrê Alpay Ozalan êrişî Şik kir. Di van kêliyan de Koçyîgît a xwestiye têkeve navberê jî ji biriya xwe birîndar bû.      Parlamentera DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişê hin nirxandin kirin.    Dogan anî ziman ku tiştên li Meclisê hatine jiyîn gelek tiştan vedibêjin û wiha axivî: “Meclisê, ji cihê axaftin û nîqaşkirinê derxistin. Parlamenter êdî nikarin bi ser kursiyê Meclisê mafê xwe yê rexnekirinê bi kar bînin, nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Heke Meclis bi rastî jî cihê axaftina partiyên siyasî yên cuda be -îdia dikin ku wisa ye- divê ev yek were piştrastkirin. Ji ber em di pratîkê de berovjiyê vê yekê dibînin.”    ‘JI REXNEYAN RE GIRTÎ NE’   Dogan îşaret bi partiyên desthilatê AKP’ê û MHP’ê kir, diyar kir ku ev partî ji rexneyan re girtî ne, her kesek jî vê yekê rewşê dizane û axaftina xwe wiha domand: “Hewl didin axaftina her kesekê asteng bikin. Ev ne têkoşîna dest û milan e. Ev ne meseleya avêtin û neavêtina mistekê ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide vê rewşê bike asayî. Çima Alî Bozan hedef hate girtin? Ji ber axaftina xwe ya di Meclisê de hedef hate girtin. Bi heman awayî Ahmet Şik jî hedef hate girtin. Yên wêrek û her tim li cem mazlûman bin li dijî neheqî, bêhiqûqî û bêedaletiyê deng derdixin. Ev reşw di helwesta Serokwekîla Koma me de jî derket holê.”    HIŞYARÎ KIR: DESTHILAT BERPIRSYAR E   Dogan da zanîn ku bandora êrişekî wiha dê di nava civakê de mezin be û axaftina xwe wiha domand: “Ma dê bandora êrişên wiha di kolanan de çawa bin. Ji vê yekê desthilat berpirsyar e. Divê dest ji vê yekê berdin. Ev yek eşqiyatiya siyasî ye. Heya îro derbarê tu faîlê tundiyê re cezayê hişyariyê jî nehatiye dayîn. Ma ev rewş normal e? Ev rewş incax dikare teşwîk bike. Rêziknameya Navxweyî jî nadin sepandin. Em bi ser îhtîmala ku ji berê ve vê êrişê plan kiribûn disekinin. Ji bo bêhûqiya derbarê Can Atalay de hatiye kirin neyê axaftin, êrişekî wiha kirin. Êriş perçeyekî vê plansaziyê bû. Xwestin pêşî li gotina rastiyê bigirin. Yên ku dixwazin bi êrişên vî awayî çareser bikin, xwe dixapînin.”     ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Dogan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her gotina bi rexneyî derdikeve li kolanê, li Meclisê li her qadekî rastî êrişê tê. Helbet em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin û em ê bixwazin ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Em ê ji bo vê yekê hewld bidin ku berpirsyariyê xwe pêk bînin. Dê ev tişt me neçewisînin. Lê belê ev yek wiha nayê domandin. Ev yek nikare bibe rewşa asayî ya Meclisê. Serokê Meclisê nikare ji vê rewşê re wek temeşevan bimîne, nikare çav lê bigire.”