Şewata piştî bombebaranê derketibû didome 2024-08-18 19:37:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata duh di bombebarana dewleta tirk a li ser gundên Amêdiyê derketibû hêj didome.    Ji ber bombebarana dewleta tirk duh bi şev li derdora gundên Mijê û Kevne Mijê yên girêdayî navçeya Amêdiyê yê bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe şewat derket.     Ji ber zext û êrişan beriya niha li her du gundan gel neçar mabû ku koç bike.     Şewata ku duh bi şev derketibû hêj berdewam dike. Ji ber şewatê gelek rez û baxçe yên welatiyan şewitîn.