Serokê TFF’ê hate Amedê 2024-08-18 21:45:36   AMED - Serokê TFF’ê Îbrahîm Haciosmanoglû, ji bo maça Amedsporê temaşe bike hate Amedê.    Serokê TFF’ê Îbrahîm Haciosmanoglû ji bo maça Amedsporê temaşe bike hate Amedê. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi, Osmanoglû pêşwazî kir. Pişt re şande ji bo xwarinê bixwe derbasî Konaxa Cemîlpaşa bû. Waliyê Bajêr û Midûrê Polîsan ê Amedê jî tev li bûn. Dû re çapemeniyê ji konaxê hate derxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî tev li xwarinê bû.     Beriya xwarinê çapemenî dîsa ji qadê hate derxistin. Piştî xwarinê Osmanoglû cihên dîrokî yên li bajêr geriya.     Amedspor dê sibê saet di 21.00’an de bi Îstanbûlsporê re bilîze.