Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were 2024-08-19 09:10:17   AMED - Faîlê Hîlal Karê Mehmet Demîrhan, tevî ku bi ser bûyerê re 2 meh derbas bûn jî, nehate peydakirin. Parêzerê Karê, Eda Kar Bûrakmak ji bo lêpirsînekî bibandor were meşandin bang kir.    Di 23’yê hezîranê li navçeya Rezan a Amedê de Hîlal Kar ji hêla Mehmet Demîrhan ve hate qetilkirin. Faîl bi texsiya gezî kiriye, ji cihê bûyerê reviya û ji bo girtina faîl jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate dayîn lê belê heya niha têkildarî mijarê tu pêşketin çênebûye. Demîrkan tevî ku 2 meh bi ser bûyerê re derbas bûn, hêj jî nehatiye girtin. Dostmam Hîlal Karê Parêzer Eda Kar Bûrakmak bertek nîşanî peydanekirina faîl da û xwest di dosyeyê de lêpirsînekî bibandor were meşandin.    ‘LÊKOLÎNA HTS’YÊ NEHATE KIRIN’   Parêzer Eda Kar Bûrakmak destnîşan kir ku dosye hêj jî di asta lêpirsînê de ye û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de pirsgirêka herî girîng nemeşandina lêpirsînekî bibandor û dereng komkirina delîlan e. Li gorî delîlên di dosyeyê de, bersûc di roja bûyer lê qewimiye de, texsiyê siwar bûye û li Bûlvara Tûrgût Ozal peya bûye. Lê belê li vê derê têkildarî bûyerê tu qeydên kamerayê neketine nava dosyeyê de. Herwiha lêkolîna HTS’ê ya bersûc û xizmên bersûc nehatiye kirin.”    Bûrakmak diyar kir ku wan piştî bûyerê ji bo lêpirsîn were berfirehkirin û delîl werin komkirin, serî li Serdozgeriya Komarê dane û bilêv kir ku heya nihat tu encam nehatine bidestxistin. Bûrakmak axaftina xwe wiha domand: “Di çend malên xizmên wî yên li taxa nenyas a navçeya Licê jî lêgerîn hate kirin lê belê tu encam nehatin bidestxistin.Ev yek nîşan dide ku lêpirsînekî bibandor nehatiye meşandin.”    GUMANA REVÎNA DERVEYÎ WELAT   Burakmak di dawiya axaftina xwe de banga edaletê kir ev tişt gotin: “Giran meşandina lêpirsînê, bi lez komnekirina delîlan, derfeta xwe veşartinê û gumana revîna derveyî welat ava dike. Komkirina delîlan û girtina îfadeyan ji bo pêşî li tiştên wiha girtinê gelek girîng in. Di vê hêlê de divê rayedar bi awayekî bandor lêpirsînê bidomînin, pêvajoya komkirina delîlan bilezînin. Nexwe dê pêkanîna edaletê pêkan nebe û rewşên wekhev dubare werin pêşberî me.”