Meteorolojî: Dê germahî zêde bin 2024-08-19 09:11:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, hewayê germ dê bidome û dê heya 4 pileyan zêdetir be.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê texmînên hewayê yên dawî parve kirin. Li gorî texmînên dawî hin cih dê bi ewr bin, hin cih jî dê bi gelek ewr; hin derdorên navîn ên Behra Reş û derdorê Erzirom, Qers û Agiriyê dê baran bibare û tê texmînkirin ku dê cihên din ji kêm ewr û vekirî bin.    Herwiha tê texmînkirin ku dê li Anatoliya Navîn ji 2 pileyan heya 4 pileyan germahî zêde bin. Tê payîn ku dê germahî ji germahiyên demsalî zêdetir be.