Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin 2024-08-19 10:10:11   STENBOL - Karsazê filîstînî duh bi şev di nava wesayîta xwe de, di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîdar bûn.    Duh bi şev li taxa Hamîdiyeya navçeya Kagitxane ya Stenbolê de kesên rûpoş li rûyê xwe kiribûn, bi çekan êrişî 3 kesên di wesayîtê de bûn, kirin. Di êrişê de alavên dengê çekê kin dikin hatin bikaranîn. Karsazê filîstînî yê 30 salî A.K. ê bi ser direksiyona wesayîtê bû, di êrişê de jiyana xwe ji dest da.    Karsazê filîstînî F.M. û parastvanê wî E.K. jî di êrişê de bi giranî birîdar bûn. Birîndar piştî agahîdayînê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa karsaz F.M. giran e. Cenazeyê karsaz A.K. ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.