Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan 2024-08-19 12:48:37   TEKÎRDAG - Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan ji girtîgeha lê dihate ragirtin hate berdan. Gotinên Erdem ên ewil bûn “Em ê ji cihê lê mayî berdewam bikin.”   Alî Riza Erdem piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê ku lê dihate ragirtin hate berdan. Erdem di sala 1993’yan de li Enqereyê hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xera dike” cezayê hefsê yê muebetê lê hate birîn. Erdem ê di dema dîl girtina xwe ya 31 salan de li girtîgehên cuda ma, ji girtîgeha ku 22 salî ketibûyê, 52 salî derket. Malbata Erdem û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Erdem pêşwazî kirin.    Erdem ê li ber girtîgehê daxuyaniyeke kurt da, wiha got: “Em çawa ketibin hundir, em ê wisa jî derkevin derve. Pêvajo berdewam dike. Ketina me bû destpêkek, dê derketina me jî bibe destpêkek. Em ê ji cihê lê mayî berdewam bikin. Ez ji vir herkesê silav dikim.”