Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê 2024-08-20 10:04:01   ENQERE - Emîne Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê ji Rihayê veguhest ber Wezareta Dadê, de çalakiya xwe ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabûyê li ber Serokatiya Meclisê bidomîne.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê ya di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmeha 2023’yan de veguhest ber Wezareta Dadê. Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê demek bû navber dabû çalakiya xwe biryar da ku çalakiya xwe veguhêze ber deriyê Serokatiya Meclisê.    Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye piştî ku saet di 11.00’an de li Meclisê daxuyanî dan dê çalakiya xwe ji cihê lê mayî berdewam bikin.