28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye 2024-08-20 10:05:41 ÎDIR - Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er ê ku 30 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, got: "28 sal in platîn di lingê birayê min de ye. Lê ji ber ku baş nayê dermankirin her diçe demarên lingê wî yê çepê zirav bûne."    Îbrahîm Er ê di Girtîgeha Tîpa  L a Panosê de ye, 28 sal in platîn di lingê wî de ye. Er, di sala 1994'an de li navçeya Başko ya Îdirê di pevçûnekê de bi birîndarî hat binçavkirin. Er, piştî hefteyekê ku di binçavan de hat îşkencekirin, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Erziromê bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Er ê ku nehat dermankirin, ji ber şarapnela di lingê wî yê çepê de, lingê wî kin bûye û bi zorê dimeşe. Her ku diçe demarên lingê Er zehîf bûne û li gel vê nexweşîna bronşît û bêhnstendinê jî lê peyda bûne.    HAT ÎŞKENCEKIRIN   Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er, bibîr xist ku birayê wî bi birîndarî hatiye binçavkirin û got: "Piştî hat girtin bi du salan, yanî di sala 1996'an de hat emeliyatkirin. Ji wê rojê heya niha platîn di lingê wî de ye. Ji wê çaxê heya niha baş nehatiye dermankirin û platîna di lingê wî de jî nehatiye derxistin. Ji ber vê her çû demarên di lingê wî yê çepê de zihîf bûn û lingê wî kin ma. Ji ber vê rewşa birayê min bavê min jî nexweş ket. Bavê min di sala 2006'an de gava diçû hevdîtinê, krîzê li dilê wî xist û bi hesreta kurê xwe jiyana xwe ji dest da."    DÊYA WÎ 5 SALÊN NEÇÛYE CEM WÎ   Er diyar kir ku birayê wî piştî hatiye girtin bi çend salan sewqî bajarên dûrî me hat kirin û wiha domand: "Dêya min 75 salî ye, extiyar e û çokên wê diêşê. 5 sal in nikare biçe girtîgehê cem birayê min. Wekî tê zanîn wekî berê rewşa aborî jî nahêle em pir biçin. Ji bo birayê min sewqî girtîgeheke nêzî me bikin me çend caran daxwazname da, lê bi neyînî hatin bersivandin."   Er, da zanîn ku jib o rewşa birayê xwe çend caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) dane lê hemû serlêdanên wan bê bersiv hatine hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "ATK, ne bêalî ye. Bijîşkên li wir bêalî tevnagerin. Wekî birayê min bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin. AKP-MHP çi bêjin wiha hereket dikin."    Er bilêv kir ku pirsgirêka girtîgehan tenê ne ya kurdan e û wiha bi dawî kir: "Ji bo çareserkirina meseleya kurd ji destê kê çi tê divê bê kirin. Siyaseta wan li ser esasê nenaskirina kurdan e. Gava kes ne li gor wan be, qadên jiyanê ji wan re nahêlin. Gava mesele kurd bin, her kes li hemberî wan e. Ger bixwazin meseleya kurd çareser bikin pêşî divê pirsgirêka kurdan çareser bikin."