Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin 2024-08-20 12:31:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên bê mirov û biçek ên Tirkiyeyê vê sibehê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin.   Di saetên sibehê de balefirên bê mirov û biçek ên Tirkiyeyê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî yên ser bi Silêmanî û Hewlêrê ve bombebaran kirin.   Çavkaniyek ji Şarbajêr ragihand ku di saet 06:20’an de balefirek bê mirov û biçek ya Tirkiyeyê çiyayê Birzut bombebaran kiriye.    Li aliyê din jî li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, di saetên sibehê de balefira bêmirov û bi çek a Tirkiyeyê du caran li ser hev gundê Gundejor ya ser bi Balekayetî ya Hewlêrê ve bombebaran kir.   Heta niha ziyanên her du êrişan jî nehatiye zanîn.