Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin 2024-08-20 12:54:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di nûçeyeke ku Kovara Private Eye ya ingilîzan amadekiriye de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” hate pênasekirin.    Kovara Private Eye ku bûyerên rojane yên Îngilistanê digire dest, têkildarî malbata Barzanî ya rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di destê xwe de digire di 14’ê tebaxê de nûçeyek parve kir. Kovarê di nûçeyê de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” pênase kir.   ‘HERÎKÎNA PEREYAN BI LEZ DEST PÊ KIR’    Kovarê di nûçeya xwe de wiha got: “Di encama peymana navbera hêzên mêtinger de kurdên li Rojhilata Navîn ji malên xwe bêpar hatin hiştin, ji ber zor û zehmetiyên di nava sed salên dawî de li ber xwe dan, gelek mirov sûcdar kirin. Lê di rastiyê de çavkaniya van pirsgirêkan car caran pir nêzîktir bû.  Di sala 1946’an de Mistefa Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand û ji wê demê ve navê wî û malbata wî di çarenûsa Kurdistana Iraqê de roleke diyarker lîstiye. Bi salan e ku kurd ji ber ku ji nedîtî ve tên gilî û gazinan dikin. Lê rastiya ku ew ji nedîtî ve hatin, encamên ji ya ku ew difikirin pir xirabtir bûn. Di sala 2014’an de ji bo demeke kurt Kurdistan di rojeva navneteweyî de cihekî girîng bi dest xist. Di dema belavbûna bi lez a DAIŞ'ê ya li Iraqê de li dijî vê rêxistina terorê li ber xwe da. Hêzên taybet ên Amerîkayê û pêşmergeyan bi gerîla re ji nêz ve xebitîn. Dema şer hate qezenckirin jî herikîna pereyan bi lez û bez dest pê kir.”   DESTNÎŞANKIRINA RÊXISTINA MAFYAYÊ    Di nûçeyê de bal hate kişandin ku referandûma serxwebûnê ya malbata Barzanî ya di sala 2017’an de li Herêma Kurdistanê hate kirin xebateke lobiyê bû û ev tişt hatin gotin: “Kesên ku lobî kirin ji her kesî re gotin ku Kurdistanek serbixwe dikare li herêmek bêîstiqrar bibe sembola aram û aştiyê. Lê rastî ew bû ku malbata Barzanî ji serkêşiya tevgereke azadiyê ya ku her diçe serkeftîtir dibe derbasî serokê rêxistineke mafyayê bû bi tejîkirina berîkên xwe mijûl dibû.    Piştî referanduma serxwebûnê nelirêtî zêde bû û malbata Barzanî bi rêya xaniyên şanedar û milkên fîşal ên bi sed hezaran dolarî mal û milkên xwe yên qirêj li Amerîkayê veşartin. Tevî dewlemendiya xwe ya mezin a petrolê ku mehê carekê bi qasî 1 milyar dolar anîn jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 10 sal in nikare mûçeyên karmend û teqawîtên xwe bide.”   SEXTEKARIYA ŞÎRKETA TELEKOMUNÎKASYONÊ   Kovarê behsa geşedanên Herêma Kurdistanê yên piştî nedayîna mûçeyan jî kir û wiha got: “Dema ku mamosteyan di cotmeha 2023’yan de nekarîn mûçeyên xwe wergirin, dest bi greva ku 4 mehan domiya kirin. Pişt re bijîjk û hemşire tev li grevê bûn. Pisporan girêdana Kurdistanê ya bi petrolê weke çavkaniya van pirsgirêkan nîşan dan. Her wiha nelirêtiyeke ku malbata Barzanî bi rêya şîrketa Telekomunîkasyonê ya Korekê pêk tîne heye. Di sala 2023’yan de li Londonê desteya dadweriye ya bazirganiyê biryar dabû ku biraziyê serokê berê û pismamê serokê niha Sîrwan Barzanî Şîrketa Telekomê ya Irakê ku şîrketa Orange ya telekomê ya fransiyan û Agility Public Warehousing Company ya kuweytiyan hevkarên wê ne, xapandiye.”    SERMAYEYA JI NELIRÊTIYAN HATIYE BIDESTXISTIN    Kovarê di berdewama nûçeya xwe ev tişt gotin: “Malbata Barzanî bi nelirêtiyên bi dest xistî bi sermayayê re lobiyên xwe didomînin û derdora xwe berfireh dikin. Tevî van hemû skandalan jî malbata Barzanî di nava derdorên xurt de dostaniya xwe didomîne. Di meha Hezîranê de Şaredarê Londonê ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê di civîna Konseya Kar a Iraq û Brîtanyayê de civîna razemeniyê li dar bixe xalîçeya sor raxist. Lê belê hewldanên malbata Barzanî yên ji bo kêfxweşkirina rûspiyên Londonê bi cih nehat.”