Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin 2024-08-20 12:56:31   ENQERE - Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê bir ber Serokatiya Meclisê, bang li Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclisê rakevim.”    Parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartina giştî, êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Êrişê heta ber nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê berdewam kir. Di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û du lawên xwe hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku ev demek bû navber dabûn nobeta xwe ya edaletê, vê carê nobeta xwe birin ber Serokatiya Meclisê û ji nû ve dan destpêkirin. Beriya çalakiyê malbata Şenyaşar li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.    ‘WE MALA MIN XERA KIR’    Emîne Şenyaşar di civîna çapemeniyê de axivî û bi bîr xist ku 6 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Şenyaşar bang li Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclîsê rakevim. Çima hûn vê zilmê dikin? Zarokên te nînin? We mala min xera kir. We lawê min xist girtîgehê. Hûn çi ji wî dixwazin?” Şenyaşar anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pêwîstiya wê bi emeliyatê heye û got: “Ez dixwazim beriya emeliyatê lawê xwe bibînim. Lawê min berdin. Nizanim emeliyat wê çawa biçe, belkî ez bimirim jî. Ji ber vê yekê ez dixwazim lawê min bê berdan. Ez 6 sal in li ber qesrên edaletê rûdinêm.”    JI MECLISÊ BANG    Parlamenter Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser bêedaletiyên li Tirkiyeyê diqewimin û got ku divê li dijî vê bêedaletiyê helwestek rêxistinkirî bê lipêşxistin. Şenyaşar destnîşan kir ku tu hêzek nikare civakek birêxistinkirî bide seknandin û wiha got: “Ez vê bangê ji kursiyê Meclisê dikim; werin em hemû ji bo edaletê mil bidin milê hev. Dayika min daxwaza xwe ya edaletê gihan hemû cîhanê. Bi salane tenê li ser zimanê wî edalet heye. Gelo kîjan ji we bêedaletiyek wisa li ser dayika xwe qebûl dike?”   LI BER SEROKATIYA MECLISÊ ÇALAKÎ HAT DESTPÊKIRIN    Malbata Şenyaşar piştî civîna çapemeniyê derbasî ber Serokatiya Meclisê bû û bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” dest bi çalakiya xwe kir. Emîne Şenyaşar li vir jî bal kişand ser komkujiya li wan hatiye kirin û daxwazên xwe anî ziman.    DAXWAZA HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE    Ferît Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku aliyek vê dozê jî Serokkomar Erdogan û wiha got: “Ez wek welatiyek vî welatî ji ser kursiyê gel gazî Serokkomar Erdogan dikim; dayikek ku mala wê xera bûye, dixwaze vê bêedaletiya 6 salan ji we re rave bike. Şahidê komkujiyê waliyê berê yê Rihayê Abdullah Erîn e. Niha li Enqereyê li navendê disekine. Dibe ku hûn ji tiştên dayika min ji we re dibêje bawer nakin. Divê teqez Abdullah Erîn jî beşdarî hevdîtina ku bê kirin, bibe. Heta ku ev daxwaza me ya hevdîtinê were qebûlkirin, em ê li ber Serokatiya Meclisê nobetê bigirin.”