Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-08-20 15:56:55   ÊLIH - Di qezaya trafîkê ya li Êlihê çêbû de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Malêgir ê li ser rêya bejahiyê ya Êlih û navçeya Hezoyê qezaya trafîkê çêbû. Ji ber xebatên rê li herêma ku trafîk ji yek alî diherike, otomobîla ku ji wesayîta pêşiya xwe derbas bû û TIR’a ji hember dihat li hev dan û qeza çêbû. Di qezayê de ji heman malbatê kesên bi navê Medenî û Remziye Îba û Mensûre Guler li cihê bûyerê, Neslîhan Îba jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Batmanê jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.