Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist 2024-08-21 08:12:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê hezaran kes ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.  Li gorî nûçeya ANHA’yê duh Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşek li dar xist. Hezarak kes tev li meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilbgirtin, pankarta ´Ey Serokê me tu yî roja me´ hate vekirin.   Meş li xaçerêya gundên Babinis û Til Şiîrê dest pê kir û dirûşman banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û tecrîd hate şermezarkirin.    Li stadyûma gundê Babinisê, meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got: "Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam dikin."   Her wiha Ruweyde bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hember tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabin.   Endamê Însiyatîfa Gel a Efrîn û Şehba Nacî Selame axivî û got: "Li ser Rêbertî komployeke mezin hat meşandin. her wiha dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike." Selame hevgirtina pêkhateyan bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re li dijî êrişên li ser herêmê silav kir.   Meş bi diruşmên şermezarkirina tecrîdê û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.