Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin 2024-08-21 09:02:01   WAN - Nevzat Akbûlak ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nake berdana wî cara 3’yemîn hate taloqkirin.    Nevzat Akbûlak ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nake bi îdiaya “ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî cara 3’yemîn hate taloqkirin. Akbûlak ê di 15’ê sibata 2011’an de bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha ku sewqkirinê ve hate girtin û salek û 6 mehan di girtîgehê de ma. Akbûlak ê piştî hate berdan li Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUYAD-DER) ya Wanê bû rêveber di adara 2016’an de li navçeya Panos a Agiriyê hate binçavkirin û girtin. 12 sal cezayê hefsê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ve li Akbûlak hate birîn di cotmeha 2023’yan xelas bû. Lê ji ber Akbûlak ferzkirina “poşmantiyê” ya Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê qebûl nekir carekê 3 mehan du caran jî 6 mehan berdana wî hate taloqkirin.    3 CARAN BERDANA WÎ HATE ASTENGKIRIN   Bav Omer Akbûlak, diyar kir ku kurê wî di dosyaya ewil a jê dihate darizandin beraet kir û wiha got: “Lê di sala 2016’an de li navçeya Panosa Agiriyê hate binçavkirin û girtin. Kurê min cezayê lê hatiye birîn di cotmeha 2023’yan de xelas kir. Îdareya girtîgehê poşmantî lê ferz kir. Ji ber ku kurê min ev yek qebûl nekir ewilî 3 mehan pişt re jî 2 caran 6 mehan berdana wî asteng kir. Berdana kurê min 10 meh in tê astengkirin.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Bav Akbûlak, da zanîn ku kurê wî bi dorê li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê û Girtîgeha Tîpa T a Qersê hate ragirtin û wiha got: “Dema dibe hikumxwarî vê carê sirgunî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate kirin, pişt re sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê û dû re jî herî dawî sirgunî Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Lijneya girtîgehê  ya li vir her carê kom dibe û jê re pirsa ‘tu poşmanî?’ dike. Ji bo ku vê qebûl nake jî her carê berdana wî tê taloqkirin. Kurê min çima poşman bibe? Hewl didin serî bi girtiyan bidin tewandin. Ew çi bikin bila bikin em ê serî netewînin. Em dest ji nasname û partiya xwe bernedin. Çi dikin bila bikin em ê fikra wan qebûl nekin. Kurê min 10 meh in cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye çima li hundir e? Bi hezaran girtiyên weke kurê min hene. Li Girtîgeha Panosê girtiyên ku du sal in cezayê lê hatiye birîn xelas kirine hene lê nayên berdan.”