Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin 2024-08-21 09:08:16   STENBOL - Halîl Yakûtê ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 99'an a grevê de hat berdan, anî ziman ku li girtîgehê sûcên wekî îşkence û hewldanên ji bo kuştinê dihatin kirin û ji bo berxwedana ji bo girtina van girtîgehan tê kirin banga piştgiriyê kir.    Halîl Yakût ê ku di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan û bacber da çalakiya, behsa hucreya tê de dima  kir û got ku tecrîd û îşkence bi awayekî sîstematîk dihat pêkanîn û rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e.    Halîl Yakût ê di 12'ê Sibatê de li Stenbolê hat binçavkirin, paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Yakût li vir bi kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn mabû. Yakût jî ji bo sewqî girtîgeha hevalên xwe yên ji heman dosyeyê hatine girtin bibe û ji bo girtîgehên tîpa Y, S û R û ewlehiya bilind bên girtin di 29'ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Yakût di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan.    Yakût behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, şert û mercên girtîgehê û rewşa girtiyan kir.    HUCREYEKE 5 GAVÎ   Yakût diyar kir ku şert û mercên girtîgehên bilind giran e û got ku ev girtîgeh hem bi mîmariya xwe hem jî bi pêkanînên xwe wekî "çahlan" e. Yakût ku behsa şert û mercên fizîkî yên girtîgehê kirin, got ku hucreya tê de dima ji pênc gavan pêk dihat. Yakût got: "Têl hebûn û paceyek hebû. Hewadariya wê tune bû. Ba bi xwe jî ji paceyê nediket hundir."   TECRÎDA SÎSTEMATÎK   Yakût bal kişand ser helwestên kêfî yên gardiyanan û got: "Serê saetê gardiyan dihatin ronahiyê pêdixistin û digirtin û bi şev nedihiştin em rakevin. Ji xeynî cê av tim dihat birîn. Car hebû av sê rojan nediherikî. Tav tune bû, av tune bû, hewa tune bû. Bi megafona li ber derî bi cih kiribûn dixwestin pêwendî bi gardiyanan re bê danîn. Yanî nedixwestin em rûyê gardiyanan jî bibînin. Ew der, cihê sîstematîkkirina tecrîd û îşkenceyê ne."    Yakût destnîşan kir ku bi taybetî girtiyên siyasî rastî pêkanînên der mirovî dihatin.    Yakût bibîr xist ku li girtîgehan grevên birçîbûnê didomin û rewşa girtiyan di xetereyê de ye û got: "Gava em di greva birçîbûnê de bûn, bijîşkê girtîgehê vîtamîna B'yê nedida me. Bi rêveberiyêr e bûbû yek dixwest hevalên me roj bi roj bihelin. Niha Vedat û Rezzan 43 kîlo ne. Her wiha Oktay Kelbek û Cem Dûrsûn jî nêzî 30 kîlo dane."   BANGAWAZÎ   Yakût herî dawî wiha bang kir: "Divê her kes li dijî van sûcan rabe û bibe dengê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo girtina van girtîgehên wekî çahlan bên girtin hatine destpêkirin."    MA / Yeşîm Tukel