Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin 2024-08-22 09:44:18   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Amed, Êlih û Wanê di çarçoveya “Xwendinên Azadiyê” de “Teoriya Gulê” ya Abdullah Ocalan hat xwendin û li ser xweparastinê û tecrîdê nîqaş hat kirin.    Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de tên lidarxistin didomin. Ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê ve li gelek bajaran çalakiya “Xwendinên Azadiyê” tên lidarxistin.    Her roj li bajarên bakurê Kurdistanê li navçe û taxên cuda jin li hev kom dibin û parastinên Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaşan dikin.    AMED   Di vê çarçoveyê de TJA li navçeya Karazê ya Amedê li avahiya DEM Partiyê bi jinan re civiya. Di çalakiyê de li ser mijara “xweparastinê” ya Abdullah Ocalan xwendin hatin kirin û li ser “Teoriya Gulê” nîqaş hatin kirin.    Piştî xwendinê jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet li ser girîngiya xweparastinÂe nîqaşan kirin.  Lig elek taxên navçeya Erxenî ya Amedê jî di çarçoveya bernameyê de civînên gel hatin lidarxistin û ji pirtûkên Abdullah Ocalan xwendinan kirin.    ÊLIH   Li taxa Petrolkentê ya Êlihê jî bi welatiyan re civat hat kirin û li vir jî ji parastinên Abdullah Ocalan xwendin hatin kirin û li ser geşedanên aktuel nirxandin û nîqaş hatin kirin. Her wiha li bajaroka Giresîra ya bi ser navenda Êlihê ve jî çalakiya xwendinê hat lidarxistin.    WAN   Li gelek navçeyên Wanê jî çalakiya “Xwendinên Azadiyê” di roja 7’emîn de berdewam kir. Li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê, li taxa Îstasyonê ya navçeya Tûşbayê û li taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê jî civînên ji bo xwendinê hatin lidarxistin. Li van taxan jî hin beş ji parastinên Abdullah Ocalan hatin xwendin û bal kişandin ser tecrîdê.    Ev çalakiyên xwendinê wê îro jî li gelek bajaran berdewam bikin.