Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe 2024-08-22 09:48:21 AMED - Xizmên girtiyan ku bal kişandin ser zextên li girtîgehan banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin 41 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve kampanya "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hat destpêkirin. Ji 106 girtîgehan girtî bi grevên birçîbûnê û boykotê beşdarî kampanyayê bûn û xizmên girtiyan jî bi çalakiya Nobeda Edaletê piştgirî dan wan.   Xizmên girtiyan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Ocalan û diyar kirin ku heta tecrîd neyê rakirin tu pirsgirêk çareser nabe.   Zerîn Eken (59) ya ku kurê wê li Girtîgeha Ewlehiya a Antalyayê û hevjînê wê jî li Girtîgeha Hêjmar 2 ya Amedê girtî ye, diyar kir ku hevjîn û kurê wê li bajarên cuda ne û ev di warê aborî de ji bo wan zehmet e. Ekenê got: “Tansiyon û şekir bi hevjînê min re heyeç. Her wiha dem bi dem xwe ji bîr dike. Ev rewş ji ber îşkenceya ku di girtîgehê de lê peyda bûne. Me gelek caran nivîsand û xwest kurê min û hevjînê min bînin heman girtîgehan, lê bersiv nedan. Bi salan e em bi zilm û zordariyê re rû bi rû ne. Lêbelê, em tenê li pey doza xwe ne. Em ziman, çand û mafên xwe diparêzin.   ‘TECRÎD ZILM E'   Ekenê bi bîr xist ku girtiyên siyasî piştî 4'ê Nîsanê çûna dadgehê û hevdîtina bi malbatê re boykot kirine û got ku kur û hevjîna wî jî beşdarî çalakiyê bûne. Ekenê got: “3 mehan me tu xeber ji kur û hevjîna xwe nebihîst. Daxwaza girtiyan ew e ku wekî her girtiyekî Abdullah Ocalan jî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em jî dixwazin ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne."   Hevjîna Îbrahîm Çîftçî yê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin Hatîce Çîftçî jî diyar kir ku piştî hevjînê wê kete girtîgehê bi nexweşiya zerkê (Hepatît B) ketiye û da zanîn ku ji ber nexweşiya xwe hefteyê carekê diçe nexweşxaneyê û xwînê dide. Çîftçiyê bi bîr xist ku ev demeke dirêj e tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî bibe. Heta ku tecrîd hebe, wê pirsgirêka kurd çareser nebe. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê bi lezgînî destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike."   Dayika girtî Necla Kizilkan Ayşe Kizilkanê jî anî ziman ku gelê kurd aştî û azadiyê dixwaze û ji bo vê têdikoşe û wiha got: “Em şer naxwazin. Em dixwazin zilm bi dawî bibe û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Ji bo vê jî em her tim aştî, yekîtî û edaletê dixwazin. Em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe."