DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê 2024-08-22 15:25:15   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî neberdana girtiyên nexweş ên giran Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr Kûday ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç pirsîn.    Serokwekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî astengkirina berdana girtiyên nexweş ên giran Abdûlkadîr Kûday û Ergîn Aktaş  pêşnûmepirs dane Meclisê. Di sedema pêşnûmepirsa bi daxwaza Wezarê Edaletê Yilmaz Tûnç bibersivîne de hat diyarkirin ku di girtîgehan de binpêkirina herî giran a mafên mirovan, rewşa girtiyên nêxweş ên giran  e.   NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE ÇARESER BIKIN   Parlamenteran di pêşnûmepirsê de bal kişandin ser nexweşiyên her du girtiyên nexweş û derbarê pêvajoya wan a dermankirin û astengkirina berdanê wan de hin agahî hatin parvekirin. Di pêşnûmepirsê de hat bibîrxistin ku her du girtiyên nexweş nikarin pêdiviyên xwe çareser bikin û wiha hat gotin: “Ev nêzîkatiya Wezaretê derveyî rêgeza bingehîn a rûmeta domandina jiyanê ye.    Serokwekîlên Koma DEM Partiyê ji bo bibersivîne ev pirs ji Wezîr Yilmaz pirsîn:    * Ma di girtîgehê de ragirtina girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Abdûlkadîr ne derveyî rûmeta mirovahiyê ye?   * Tevî Saziya Tiba Edlî derbarê wan de ya rapora nikarin di girtîgehê de bi tena serê xwe bimînin heye;, neberdan ne binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye.?   * Di madeya 25.’emîn a Qanûna Înfazê de dibêje ku heya înfaz tê temamkirin, navber nayê dayîn. Ma ev yek di çarçoveya maf haviyê de ne muameleya xirab û îşkenceyê ye? Hûn ê biryarên AÎHM’ê derbarê Ocalan/Gurban/Kaytan de dane kengî têxin meriyetê.     * Berpirsyariya astengiyên qanûnî û girtiyên ji ber sepanên keyfî jiyana xwe ji dest didin a Wezaretê ye. Dema hûn vê rewşê berçav digirin, hûn ê derbarê raporên ATK’ê amade kirine de tu gavan bavêjin gelo?   PARLAMENTERAN DAXWAZNAME DAN   Gelek parlamenterên DEM Partiyî jî bo Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Serokatiya Meclisê serdana Abdûlkadîr Kûday û Ergîn Aktaş bike, serlêdan kirin.