Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin 2024-08-22 20:01:00   BALIKESÎR - 3 karkerên înşeatê yên dema li navçeya Altieylulê li parkekê stranên kurdî guhdar dikirin hatin binçavkirin. Ji karkeran Cemal Guzel bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “rabûna li ber polîsan” hatin girtin. Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel ên danê êvarî li navçeya Altieylulê li Parka Ataturkê stranên kurdî guhdar dikirin. Polîsan bi hinceta "derdor ji we bi gilî gazinc e" nasnameyên wan kontrol kirin. Welatiyan jî anî ziman ku ew tenê stranan guhdar dikin û nexwestin nasnameyên xwe bidin. Li ser vê polîsan li wan xist û ew binçav kirin. NEHIŞTIN RAPORA DERBKIRINÊ BIGIRIN Birayê Kadîr Guzel, Cemal Guzelê anî ziman ku birayê wî û hevalên wî di dema binçavkirinê de dehan polîsan îşkence lê hatiye kirin û rastî êrişa hin kesên li derdorê hatine. Her sê kesên bi lêdanê hatin binçavkirin li nezaretxaneyê jî hatin îşkencekirin. Lê belê polîsan nehişt ku her sê karker rapora derbkirinê bigirin. Îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan her 3 karker, sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin. Li dozgeriyê Bİ sûcdariya “propagandaya rêxistinê” û “rabûna li ber polîsan” hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her sê karker sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Ji karkeran Guzel, bi heman sedeman hate girtin, karkerên din Îpek û Argin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.