Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e 2024-08-22 23:31:14   STENBOL- Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di Nobeda Şîşhaneyê de ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê axivî, got: "Heya hûn hebin em ê jî hebin. Ev vîn, xwedîlixwederketin e."   Çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhane ya Stenbolê ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, di roja 68'an de didome.    Nûnerên gelek partî, sendîka, sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biçe” hatin lixwekirin û pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî “Colemêrg ya me ye” û “Berxwedan Colemêrg, hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Her der Colemêrg her der berxwedan", "Wê qeyûm biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di çalakiyê de axivî bal kişand ser girtina ciwanên kurd ên ji ber govendgerandinê hatin girtin. Kişanakê ku got "Ên biqail ranabin li dijî çandê şer nakin" got: "Hûn 68 roj in li vir li ber xwe didin. A rast vîna ku hûn li vir nîşan didin, xwedîlixwederketin e. Heya hûn hebin em ê jî hebin."