Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn 2024-08-23 09:01:57   STENBOL - Seta pirtûkan a "Şaristaniya Demokratîk" a ji pênc bergan pêk tê ya Abdullah Ocalan, tevî biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê jî zêdetirî du mehan e radestî girtî Veysî Aktaş nehat kirin.    Qedexeya der barê pirtûka "Şaristaniya Demokratîk a ji 5 bergan pêk tê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 41 meh in tu agahî jê nayê girtin, tevî biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), didome.    Ji Veysî Aktaş re yê ku li cem Abdullah Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de ye, di sala 2015'an de seta pirtûkan a ji 5 bergan pêk tê hat şandin. Lê belê Lijneya Perwerdehiyê ya Girtîgeha Îmraliyê got "qedexe ye" û seta pirtûkan radestî wî nekir. Piştî îtirazên Aktaş hatin redkirin, parêzer dosyeyê ji DMME'yê re şandin. DMME'yê got "azadiya fikr û ramanê hatiye qedexekirin" û di 18'ê Hezîranê de biryar da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku "azadiya fikr û ramanê" ya Aktaş hatiye binpêkirin. Her wiha dadgehê bi şertê di 3 mehan de bê dayîn 1000 Eûro ceza li Tirkiyeyê birî.    Piştî biryarê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo pirtûk bên dayîn serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê dan û xwestin pirtûk bên dayîn.    Lê belê dadgehê bi hinceta ku pirtûk "qedexe ne" daxwaza parêzeran red kir.    Vê carê parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê dan. Lê Dadgeha Cezayê Giran jî îtirazê red kir.    MA / Dîren Yûrtsever