Wesayîta hatiye bombebarankirin aydê Şîrketa Çetirê ye 2024-08-23 13:43:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku wesayîta ku Tirkiyeyê bombe baran kiriye tê de 2 rojnamevan hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn aydê Şîrketa Medya ya Çetir e.    Hate zanîn ku wesayîta ku dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiriye, aydê Şîrketa Medyayê ya Çetirê ye. Hate diyarkirin ku dema rojnamevanan ji bo bernameya televizyonê xebat dimeşandin hedef hatine girtin.    Di êrişê de 2 rojnamevan hatin qetilkirin, 6 jî birîndar bûn.