ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e 2024-08-23 15:53:08   ENQERE - ÎHD di Rpoara Binpêkirinên Mafan a Sala 2023’yan de bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Tu palpiştek hiqûqî ya vê sepanê nîne. Bi vê sepanê girtiyan ji mafên wan bingehîn mehrûm dihêlin. Ev binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2023’yan eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîn hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li bûn.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban raporê xwend. Kuçukbalaban diyar kir ku desthilatdariyê ji aboriyê bigire heta tenduristiya civakê her meseleyê kiriye pirsgirêka “ewlehiyê” û pirsgirêka kurd dibe sedema şer û pevçûnan. Kuçukbalaban da zanîn ku di encama polîtîkayên diqewimin de di sala 2023’yan de di gelek qadan de mafên mirovan hatine binpêkirin.    Kuçukbalaban anî ziman ku di sala 2023’yan îşkence bûye yek ji pirsgirêkên bingehîn ên mafên mirovan û bal kişand ser erdhejên di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê qewimîn û got mafên mirovan hatine binpêkirin.    DOZA KOBANÊ    Kuçukbalaban bal kişand ser Doza Kobanê ya ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê jî di nav de hatin cezakirin û gelek siyasetmedar ji ber fikr û ramanên xwe û ji ber xebatên xwe yên siyasî hatine cezakirin û mafên wan hatine binpêkirin.    NECEZAKIRIN    Kuçukbalaban destnîşan kir ku cezanekirin bûye pirsgirêka herî bingehîn a daraza Tirkiyeyê û got: “Pirsgirêka necezakirinê didome. Darizandin bi salan dewam dikin. Faîl nayên darizandin. Faîl ango kujer tên beraetkirin. Dozên ku bi salan didomin, bi cezanekirinê û bi beraetê tên encamkirin. Faîlên ji dozên JÎTEM’ê tên darizandin, bêceza tên hiştin. Hemû dozên salên 90’î bêceza hatin hiştin.”    HIQÛQ-DARAZ    Kuçukbalaban diyar kir ku daraz li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevger nake û got: “Li Tirkiyeyê darbeya darazê pêk tê. Darbe li mafên mirovan tê kirin. Em li dijî darbeyan in.”    REWŞA PÊNABERAN    Kuçukbalaban bal kişand ser rewşa penaberan û wiha got: “Koçber ango penaber li Tirkiyeyê bi her cure cihêkarî, êriş, îstîsmar û kedxwariyê re rû bi rû dimînin. Rewşa penaberan rê li ber meseleyên civakî yên xeternak vedike. Her cure zextên li ser penaberan rê li ber tabloyek giran a binpêkirina mafên mirovan vedike.”    BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ    Kuçukbalaban, wiha got: “Binpêkirina mafê jiyanê di bilançoyên me yên salane yên mafên mirovan de wek mijarek girîng berdewam dike. Polîtîkayên ku tundiyê esas digirin, bicihneanîna dewletê ya peywîra xwe ya parastina mirovan, binpêkirinên ji ber xeta û îhmalan û gelek binpêkirinên din di bin vî navî de hatine destwergirtin.”   MESELEYA KURD    Kuçukbalaban diyar kir ku pirsgirêka kurd yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Neavêtina gavên hikûmetê yên ji bo çareseriya pirsgirêka aştiyane, demokratîk û adîl, pêşketinên li Rojhilata Navîn rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan, bi taybetî jî mafê jiyanê vedike. Yek ji sedemên herî bingehîn û berçav ên krîza aborî ya Tirkiyeyê lêçûnên leşkerî ne. Avabûneke bi vî rengî ya aboriyê dibe sedema gelek binpêkirina mafên civakî û aborî; beşeke mezin a nifûsê mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dike   TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Kuçukbalaban bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ev tişt got: “Bêparhiştina girtiyan a ji van mafên herî bingehîn û diyarnebûna aqûbeta wan bi vê pêkanîna ku bingeha xwe ya hiqûqî nîne, binpêkirina giran a hiqûqa neteweyî ye, di heman demê de hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e.”   CPT    Kuçukbalaban, bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya li Ewropayê (CPT) ya di navbera 13-22’yê sibata 2024’an pêk hat û got: “CPT’yê di nava salan de zêdetirî 10 caran serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kir û yek jî hêmanên ku qala wan kir jî ew bû ku divê hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzerên re pêk were.    ÎŞKENCE, MÛAMELEYA NEBAŞ, TEVGERA DERVEYÎ RÛMETÊ   Di sala 2023’yan de li gorî daneyên ku me weke ÎHD’ê tespîtkirin bi komî 5 hezar û 312 kes rastî mûameleya nebaş, îşkence, tevgerên biçûkxistin û derveyî rûmetê û cezayan hatine.”   GIRTÎGEHÊN ‘TÎPÊN BÎRÊ’    Kuçukbalaban, anî ziman ku ragirtina girtî û hikumxwaran a li girtîgehên “tîpa birê” yên ewlehiya bilind a di hucreyan de, tengbûna cihê hewadariyê, sînorkirina şertên cihê hewadariyê bi tena serê rêbazeke îşkence û mûameleya nebaş e.    DAYIKÊN ŞEMIYÊ    Kuçukbalaban ê îşaret bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir, bi lêv kir ku pêkanînên astengkirin û binçavkirinê yên Dayikên Şemiyê yên her hefteyê mînaka herî şênber a îşkence û mûameleya xerab e.    Kuçukbalaban piştre daneyên binpêkirinên mafên jiyanê yên Navenda Dokumantasyonê ya ÎHD’ê ya sala 2023’yan parve kir. Dane wiha ne:    “* Ji ber guh nedana hişyariya hêzên ewlehiyê ya “bisekine”, binpêkirina rayeya bikaranîna çekê û êrişên ser çalakiyên civakî de 17 kes hatine kuştin 16 kes jî hatine birîndarkirin.    * Kesek ji hêla cerdevanan ve hatiye kuştin, kesek jî birîndar bûye.    * Li herêma sînor 43 kes hatin kuştin, 35 kes hatin birîndarkirin.    * Di girtîgehan de 42 kes, di bin çavan de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.    * Di êrişên faîlên wan nediyar de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû.    * Di encama şaşî û xemsariyê 369 kes jiyana xwe ji dest dan, 108 hezar û 502 kes jî birîndar bûn. 53 hezar û 227 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kesên di erdehejê de birîndar bûne jî di nava van kesan de ne. Herwiha 58 kes ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî birîndar bûn. Bi qelîbîna wesayîtên leşkerî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.    * Di xwekuştinên polîs û leşkeran/ xwekuştinên bi guman de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.    * Di êrişên rêxistinên qedexe de 2 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne.    * Endam, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, rojnamevan, mamoste/endamê hîndekariyê/xwendekar, karker/xebatkarê tenduristiyê/karmend/biyanî û whd 7 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û 176 kes jî birîndar bûn.    * Di pevçûnên çekdarî de 242 kes jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn.    * 285’ê wan jin, 39’ê wan zarok bi giştî 358 kes bi awayekî guman, 4’ê wan zarok, 2’yê wan jin, 6 kes bi awayek guman birîndar bûn.    * Di bin navê binpêkirina mafê jiyanê yên jinan de 27 jin xwe kuştin, 7 jîn jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. Di bin navê tundî, tacîz û destdirêjiya di xwepêşandanên civakî de û bi tundiya di nava malan de 349 jin jiyana xwe ji dest dan. Me diyar kir ku 265 jin jî ji ber tacîz, destdirêjî, lêdanê, gef û bi darê zorê ragirtinê birîndar bûne.    * Di binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên zarokan de 7 zarok di encama xwekuştinê de jiyana xwe jidest dan, 2 zarok jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. 51 zarok ji ber tundiya di nava malê, dibistanê, tundiya li qadên civakî û destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest dan, 805 zarok jî birîndar bûn.    * Bûyerên mirinên di girtîgehan de di sala 2023’yan de jî dom kirin. Li gorî serdanên li me hatine kirin, li gorî daneyên komîsyona me ya girtîgehan dane hev 42 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku hejmra rasttirîn ji vê yekê gelek zêdetir e.”