Bayindir: Taqet di desthilatê de nemaye, serkeftin a gelê kurd e 2024-08-23 20:33:25   ŞIRNEX -  Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bertek nîşanî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ku li bajarê Silemaniyê li dijî rojnamegerên kurd pêk anîn da û got ku serkêftin a gelê kurd e.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji bo fînala turnuvaya Gulîstan Doku ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi şîra, "Lexê ciwan di saxê de ne" dihat li darxist hat navçeya Silopiya ya Şirnexê. Keskîn Bayindir li navçeya Cizîrê ji aliyê Rêxistinên DBP û DEM Partî yên Şirnex û navçeyên wê, Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez ve hat pêşvazî kirin.    Bayindir û girseya bi wî ve bi konvoyan hatin navçeya Silopiya û li vir li ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeyê heta Navenda Çand, Ziman û Hûner a Ayşe Şanê meşiyan. Di meşê de Bayindir û girseya bi wî re gel pêşvazî kirin û dirûşmeyên, "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî berxwedana gelê kurd", "Bimrê koletî bijî azadî" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Keskîn Bayindir ku beriya fînala maçê li vir axaftineke kurt kir bal kişand ser êrişa îro ya hewayî ku li bajarê Silemaniyê yê Başurê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû û di encamê de 2 rojnamegerên kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn û Rêbîn Bekîr jî birîndar bibû. Bayindir wiha bertek nîşanî êrişê da:   pêk hatibû û wiha got: "Bi salanê li dijî êrişan têkoşîneke mezin tê dayin. Ji bo vê têkoşînê bar dikeve ser milê me hemûyan. Divê em bibeêjin em kurd in û em ax, ziman û welatê xwe diparêzin. Di encama êrişa hewayî ya hovan^'e ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat de 2 rojnamegerên kurd jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrişê şermezar dikin û dibêjin heta xwîn di laşê me de be em ê têkoşîna xwe bilind bikin."   'SERKEFTIN A GELÊ KURD E'   Di berdewama axaftina xwe de Bayindir bi lêv kir ku li bajarên têkoşîn xurtê li dijî civakê polîtikayên şerê taybet tên meşandin û ev tişt gotin: "Yek ciwanê me jî bikeve di xefika şerê taybet ew berpirsyarî dikeve ser mile me hemûyan. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin ku yek civan û jin nekevin di bin bandora van polîtikayan. Ji ber wê divê em li ku bin jî em hev dû li dijî van polîtikayana hişyar bikin. Desthilat bi hemû heza xwe êriş dike. Di sala 2015'an vir de ku desthilat bi politikaya Şark İslahat Planiya 2'yem ku li dijî gelê kurd ferz kiriyê di encama têkoşînê de têk çûye. Ji ber wê jî dixwazê bi polîtikayên qirêj têkoşîna me lawaz bike. Heke em rê nedin desthilatê têkoşîna gelê kurd wê serkêftî be. Taqet di desthilata AKP'ê MHP'ê de nemaye. Serkêftin ya gelê kurd e."   Piştî axaftina Bayindir girse dirûşmeyên, "Şehîd namirin berz kirin." Bernameya Keskîn Bayindir wê bi fînala maça turnuvaya Gulîstan Doku ku di seat 22.00'an de destpê bike ve berdewam bike.