Genç piştî 31 salan li warê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin 2024-08-23 23:31:50 ŞIRNEX - Selahattîn Genç ê ku piştî 31 sal û 8 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat berdan, li navçeya Hezex a Şirnexê bi girseyî hat pêşwazîkirin.    Selahattîn Genç (55) ê ku di 16'ê Çileya 1993'an de li navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û piştî 40 rojan di bin îşkenceyê de ma bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" li Dadgeha Ewlekariya cezayê muhebetê dan wî piştî 31 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat berdan. Genç ê ku dema hat girtin 23 salî bû, di 55 saliya xwe de hat berdan. Ji Amedê ku di girtîgehê de bi girseyî hat pêşwazîkirin, hat navçeya Hezex a Şirnexê ku lê ji dayik bûye. Li navçeya Hezexê ji aliyê malbata wî, Dayikên Aştiyê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê û hezkiriyên wî ve bi girseyî hate pêşwazîkirin.      Ciwan ê ku li Hezexê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşvazî kirin spasiya kesên ew pêşvazî kirin kir û derbasî mala xwe bû.