Bayindir ji Botanê bang kir: Em ê bi kurdîtiya xwe bi ser bikevin 2024-08-23 23:59:08   ŞIRNEX - Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir ku di pîrozbahiya fînala turnuvaya Gulîstan Dokuyê de ku ji aliyê Meclisa Ciwanên DEM Partî ve dihat li darxistin de axivî û bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP mirinê ji kurdan ferz dike û got: "Bi pêşengiya ciwanan  em ê bi têkoşîna xwe, li ser axa xwe bi ziman, çand û kurditiya xwe bi serbikevin."   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di çarçoveya tûrnûvaya futbolê ya Gulistan Doku ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat li darxistin de fînala turnuvayê hat lîstin. Hevseroka Giştî ye Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê Ayşegul Dogan, Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî fînalê bûn. Li salona sporê ya Şaredariya Silopiyayê ku maça fînalê lê hat lidarxistin, pankartên "Ciwan li dijî tiryak, fuhûş û komkujiya xwezayê li qadan e", "Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin daliqandin.     Beriya maçê fîşekên hewayî avêtin hewayê. Keskîn Bayindir, parlamenter û hevserok û rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partî yê derketin saxe û gel silav kirin. Piştre Bayındır û wekîlan bi welatiyan re li saxe govend gerandin.    Di pîrozbahiyê de Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanli axivî û spasiya kesên keda wan di tûrnûvayê de heye kir û ji tîmên ku derbasî fînalê bûn re serkeftin xwest.    Piştre Parlamentera DEM Parti ya Şirnexê Ayşegul Dogan axivî û bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federal a Kurdistanê da û ev tişt gotin: "Em jiyana hevpar a wekhev û azad diparêzin. Jiyana bi hev re bi awayekî wekhev û bê qedexe, tevî cûdahiyan jî ji hevdû qebûl kirinê pêkan e. Em tunebûnê qebûl nakin. Kurd edî ne kurdên salên 90'i ne. Ji bo careke din Gulistan Doku winda nebin û Rojwelat Kizmaz nemirin ciwanên me têkoşîna xwe xurt bikin. Divê ciwan nehelîn ku polîtikayên desthilat bi serbikêvin û ciwanên me bikevin xefika tîryake. Têkoşîna ciwanan dikarê pêşiya qîrkirina xwezayê û kuştina jinan bigre.    'ME CIWANÎ DEST PÊ KIR, EM Ê BI CIWANÎ BI SER BIKEVIN'   Piştre Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku ciwan pêşengên têkoşînê ne û got, "Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin. Em ê bi hemû hêza xwe pergala faşîst a desthilatdariya AKP-MHP'ê li Botanê ji erdêxînin. Bi êrişan mirinê ji gelê kurd ferz dikin. Em ê li dijî vê ferz kirinê bi têkoşîna xwe rê ya jiyan û azadiyê vêbikin. Bi pêşengiya ciwanan  em ê bi têkoşîna xwe, li ser axa xwe bi ziman, çand û kurditiya xwe bi serbikevin."   Piştî axaftinan Serhat Çay û Emîray Mermer ji bo şampiyoniyê hatin hemberî hev. Di maça ku bi hezaran kesî temaşe dikir de Emiray Mermer e Serhat Çay 2-1 tekbir û bû şampiyonê turnuvayê. Emîray Mermerê kupa xwe ji aliyê Keskîn Bayindir ve girtin û bi coşeke mezin şampiyoniya xwe pîroz kirin.