ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-24 09:00:05   * Girtiyê nexweş Cengîz Eker çendî 30 salên xwe temam kiriye jî, nêzî salek e berdana wî tê taloqkirin û nayê berdan. Malbata Eker ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin banga têkoşîna hevpar kir.    * Aktîvîsta TAJ'yê Eylem Sarûca diyar kir li dijî polîtîkayên şerê taybet kargehên pêhesandinê dane destpêkirin û destnîşan kir ku li dijî şerê taybet xwerêxistinkirin û xwedîderketina li ziman û çandê xweparastina herî mezin e.    * Girtî Abdulkadîr Bozkûrt diyar kir ku gardiyanan gefa kuştinê lê xwariye û du caran li ber kamerayan bi êrişa 10 gardiyanan re rû bi rû maye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    * Dadgeha ku ji îtîraza Sedat Atsiz ê piştî 30 salan berdana wî du caran hate taloqkirin û parêzerê wî ya ji biryarên lijneyê re cuda cuda bersiv dan xwe derewand. Îtîraza ku dozger ji biryara erênî re kir hate qebûlkirin û biryara neyînî hate bi cih anîn.    * MEBYA-DER'a Êlihê dê Kongreya Awarte ya 2'yemîn li dar bixe. 10.00)   * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê berdewam bikin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 1013'emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Îdirê bibe. (12.00)   * Rêveberiya Amedsporê dê li eywana civînê ya DTSO'yê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên dê çalakiyên xwe heftane li dar bixin. (13.00)    * TJA di çarçoveya çalakiyên azadiya bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Sûltanbeyliya Stenbolê "xwendinên azadiyê" li dar bixe. (15.00)   * DFG û MKG dê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şermezar bikin. (17.30) ZINDÎ   * Şaredariya Rezanê dê li Parka Koşûyolûyê bi beşdariya hunermendan dê şahiyek li dar bixe. (20.00)   * Çalakiya nobeta li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)