Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê ragihandina heqîqetê bidomînin 2024-08-24 11:46:05   AMED - Rojnamevanên bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyê dan, wiha gotin: “Ji qetilkirina rojnamevanên kurd ne tenê SÎHA berpirsyar in. Hemû hevkarên Zebta Mutebeqatê ya ev ‘meşrûiyete’ dane wan ji vê cînayetê berpirsyar in.”   Balafirên şer ên dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê ye di nav de 6 rojnamevan jî birîndar bûn.   Balkêş e ku piştî mûtebeqata ku dewleta tirk bi rêya PDK’ê di 15’ê tebaxê de bi hikumeta Iraqê re îmze kir, êrişên li dijî herêmê zêdetir bûn. Kedkarên Çapmeniya Azad û hevalên xebatkarên rojnamevanên hatin qetilkirin êriş şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî ji êrişan re bingehekê ava dike.    MEDÛSA: JI HEWARÊ HETA NIHA ÊRIŞ DIDOMIN    Rojnamevan Berîtan Medûsa, ya beriya niha bi rojnamevan Gulistan Tara ya hate qetilkirin re xebitî, bi lêv kir ku dewleta tirk ji berê ve her tim rojnamevanên ku rastiyan derdixînin holê hedef digire û wiha got: “Ji Kovara Hewarê heta niha rojnamevanên kurd het tim bûn hedef. Kevneşopiya Çapemeniya Azad her tim di bin êrişan de bû û di demên dawî de ev êriş zêde bûn. Dewleta tirk a beriya niha bi kiryarên nediyar rojnamevan qetil dikir, îro li ber çavê hemû cîhanê vê yekê dike. PDK jî bi heman awayî kedkarên çapemeniyê dike hedef, digire û qetil dike. Heke dewleteke din bê başûrê Kurdistanê mirovan bikuje, bigire û îşkence bike tê wê wateyê ku ew der dagir kiriye.”   ‘EM Ê PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEHÊLIN’    Medûsa, da zanîn ku xebata bi Tarayê re rûmeteke mezin bû û ev tişt got: “Rojnamevanî karekî bi gelekî stres e. Dibe ku em her tim bi bûyerên xerab re rûbirû bimînin. Lê tevî vê heval Gulistan ji mutewazîbûn û rûkeniya xwe tawîz neda. Çûbûya ku derê bila biçûya ji derxistina holê ya rastiyan ne ditirsiya. Hevala Gulistan hêz dida herkesê ku hêz dida wê. Îro jî weke peyhatiyên wê em ê zêdetir bixebitin û pênûsê wê li erdê nehêlin.”   FIRAT: BINGEHA MUTEBEQATÊ JI TIRKIYEYÊ RE ZEMÎN E   Rojnamevan û nivîskar Seydî Firat anî ziman ku rojnamevan bi awayekî hovane tên qetilkirin û da zanîn ku ev êriş bi mutebeqata di navbera Bexda, Enqere û PDK’ê de re rast e rast eleqedar e. Firat, wiha domand: “Bingeha mutebeqata hevpar zemînekê dide Tirkiyeyê ku her cur nebaşiyê bike û rê didê. Di xwîna rojnamevanên tên qetilkirin de destê Iraq û PDK’ê û piştgiriya wan heye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê di çarçoveya derfetên ku hêzên kurewî û herêmî didinê de rojê 24 saetan êrişî gelê kurd, sazî û xezaya wî dike. Desthilata AKP’ê û MHP’ê qirkirin û komkujiyeke ku Îsraîl li gelê Filistînê dike, li vî eniya Rojhilata Navîn li dijî gelê kurd xistiye meriyetê.”   MERWAN: PDK SÛCÎ MEŞRÛ DIKE   Rojnamevan Cahît Mervan bi bîr xist ku dewleta tirk demekî dirêj e sûcê şer dike û wiha got: “Dewleta tirk ji berê ve ji hemû sûcên kirî re di bin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ hem li hundir hem li derve xwest van sûcan meşrû bike. Ji bo vê yekê hema bêje hemû tiştên xwe danîn holê. Li her deriyê lê xist bazara vê yekê kir. Ev cînayeta dawî ya piştî ‘Zebta Mutebeqata’ Enqere-Bexdayê hat, ji tesadüfe zêdetir bi ‘rewakirinê’ ve eleqedar e. Dewleta tirk difikire ku bi vê ‘Zebta Mûtabakatê’ xwediyê mafê sûc kirinê yê bê sînor e. Ji ber vê yekê ji qetilkirina rojnamevanên kurd ne tenê SÎHA berpirsyar in. Hemû hevkarên Zebta Mutebeqatê ya ev ‘meşrûiyete’ dane wan ji vê cînayetê berpirsyar in. Ya ku xeternaktir û cihê şermê jî helwesta PDK’ê ye. Dema ku dûman li ser cenazeyên hevalên me bilind dibû, rêxistina bi navê ‘Dijterora Kurdistanê’ ya navê pîroz ê Kurdistanê qirêj dike serî li dezenformasyonê da û ji kêliya destpêkê ve hewl da sûcî rewa bike.”   IŞIK: BÊDENGÎ ŞIRÎKATIYA SÛC E   Rojnamevan Fehîm Işik jî da zanîn ku salên dûr û dirêj in Tirkiye li Herêma Kurdistanê cînayetan pêk tîne û got: “Di encama stratejiya Tirkiyeyê ya bi PDK û Bexdayê re, qetlîma li Herêma Kurdistanê pêk tên. Tenê ne destê Tirkiyeyê destê PDK’ê û Bexdayê jî di xwîna hevalên me rojnamevan de heye. Divê kes li ber vê bêbextiyê bêdeng nemîne. Bêdengî şirîkatiya sûc e.”    AVESTA: ÊRIŞ PARÇEYEK PLANA ENQERE Û BEXDAYÊ NE    Edîtora Jin TV rojnamevan Aysel Avesta jî diyar kir ku bi peymana Bexda û Enqereyê re di serî de Şengal li dijî her deverê konsepta şer xistine dewrê û got: “Êrişa li dijî hevalên me rojnamevan parçeyek plana Enqere û Bexdayê ye. Hedefgirtina rojnamevanan ne tesadufî ye. Ji bo ku êrişên xwe yên îmhayê pêk bînin, dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Ji bo em planên AKP, PDK’ê û hikûmeta Iraqê têk bibin û pûç bikin, em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe şehîd li erdê nehêlin.”    GEWDA: DIVÊ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN    Nûçegihanê rojnameya Ronahî Argeş Gewda jî got: “Êriş li dijî aştî û yekitiya gelê kurd e. Dewleta tirk bi xiyanet û hevkariya PDK’ê êrişên xwe didomîne. Tirkiye û PDK di êrişan de heman zimanî bikar tînin. Divê hemû saziyên navneteweyî yên medyayê li dijî van qetlîamên Tirkiyeyê biryar û helwestên tund bigire.”    HESEN: ROJNAMEVAN DEMA LI SER KARÊ XWE NE DIBIN HEDEF    Rêbaz Hesen ê ku li Herêma Kurdistanê rojnamevaniyê dike jî anî ziman ku ew rojnamevaniya heqîqetê dikin û wiha got: “Li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê hene. Rojnamevan jî li vir dagirkeriya Tirkiyeyê ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan dema ku wezîfeya xwe dikin jî dibin hedef. Dixwazin dengê rojnamevanan qut bikin û rastî negihîjin gel. Dixwazin gel jî bêdeng bibe. Ew çi jî bikin wê kedkarên Çapemeniya Azad rastiyan bigihînin gel.”    KAYA: DIVÊ RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN    Nûçegihanê rojnameya Ozgur Polîtîkayê Muhammed Kaya jî wiha axivî: “Tirkiye hem dikuje û qetil dike hem jî ji hesab nade. Ji ber ku raya giştî ya navneteweyî nerazîbûn û bertekek xurt nîşanî Tirkiyeyê nade. Mesela saziyên medyayê yên navneteweyî yên mîna IFJ û gelek saziyên din û her wiha saziyên mafên mirovan ên wek HRW, Rêxistina Efûyê, Oxfam Înternational li dijî êrişên dewleta tirk tu bertekê nîşan nadin.”    OKTAY: EM Ê SÛCÊN WAN TEŞHÎR BIKIN    Nûçegihana Medya Haber TV Meltem Oktay jî destnîşan kir ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn lêgerînênerên heqîqetê û çi dibe bila bibe ew ê polîtîkayên PDK’ê û AKP’ê teşhîr bikin û ji hemû dinyayê re ragihînin. Oktay got divê hemû saziyên navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê dawî li bêdengiya xwe bînin.    ‘DIVÊ HER KES RABE SER PÊYA’    Rojnamevan Şêro Ûrmiye jî diyar kir ku Tirkiye hebûna kurdan dike hedefa xwe û wiha got: “Divê li ber qetilkirina rojnamevanan her kes rabe ser pêya. PDK li dijî vê dernakeve. Hin organên medyaya li Başûr qetilkirina rojnamevanan wek, ‘PKK’yî hatin kuştin’ serwîs dikin. Ev PKK’yî bin jî mafê wan tune ye kes wisa êriş bike. Divê her kes hişmend û zanîn tevbigere. Iraq û PDK jî ji bo êrişan piştevaniyê dike.”    MA / Delal Akyuz