Girtî Oztekîn bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcayê hate kirin 2024-08-24 12:14:52   EDENE - Oztekîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di 19’ê tebaxê de bêyî daxwaza xwe û malbata wî bê agahdarkirin sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê hate kirin.    Girtî Necat Oztekîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin, di 19’ê tebaxê de bêyî daxwaza xwe malbata wî bê agahdarkirin sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê hate kirin. Oztekîn, di hevdîtina xwe ya heftane de ji malbata xwe re ragihand ku bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Sûlûcanê hatiye kirin.