ROJIN: Hûn nikarin bi êrişan pêşî li rastiyan bigirin 2024-08-24 12:41:02   NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN'ê qetilkirina du rojnamevanan şermezar kir û got: "Em careke din dixwazin vê rastiyê bibîr bînin; Hûn nikarin bi êriş, zext û komkujiyan rojnamevanên ku daxwazên demokratîk û azadîparêz pêşî li çapemeniya azad a ku rastiyan dişopîne bigirin.”   Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN)) der barê êrişa li Silêmaniyê ya dijî rojnamevanan daxuyaniyek belav kir.   Daxuyanî wiha ye:   “Em êrişa suîqestê ya li dijî rojnamevanên Kurd ên li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ku di 23’ê Tebaxê de bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê hesab ji wan bipirsin. Em ji malbatên hevpîşeyên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane û xebatkarên çapemeniya azad re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.   Êrişa suîqestê ya Seyîdsadiqê, di salvegera êrişa li dijî ekîba JIN TV’yê ya 23’yê Tebaxa 2023’yan de ya li ser rêya Qamişlo-Amûdê pêkhatin, ne bûyereke tesadûfî ye. Qetilkirina Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê û Edîtora Kovara Jîneolojiyê Rojnamevan-Akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyeyê, cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Peşxan Ezîzî ji aliyê rejîma Îranê di 23’yê Tîrmehê de hatî birîn û herî dawî hedefgirtina hempîşeyên me yên di êrişa Seyîdsadiq de nîşan dide ku desthilatdarî hewl dide ser rastiyan bigirin. Di 8’ê Tîrmehê de qetilkirina xebatkarê Çira FM’ê Mûrat Mîrza Îbrahîm li Şengalê jî encama heman hewldanê ye.   Dewleta Tirk a qirker li aliyek li dervî sînorên xwe rojnamevanên ku rastiyê dişopînin qetil dike û li aliyê din li welat vê polîtîkayê bi binçavkirin, girtin, şîdet û zextan didomîne.   Weke ROJIN, em careke din dixwazin vê rastiyê bibîr bînin: Hûn nikarin bi êriş, zext û komkujiyan rojnamevanên ku daxwazên demokratîk û azadîparêz ên civakê radigihînin û ji bo ragihandina rastiyê her şêwe xeteriyan digirin berçavan bitirsînin. Hûn nikarin pêşî li çapemeniya azad a ku rastiyan dişopîne bigirin. Hûn nikarin, jinên rojnamevan ên ku dibin dengê jinên ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ diherikin qadan bitirsînin û bi paş ve gav bidin avêtin. Em ê rastiyên ku hûn hewl didin veşêrin, bi fikir, pênûs û kamerayên xwe derxin holê. Bi weşangeriya xwe ya azad re em ê hesabê hempîşeyên xwe bixwazin. Em weke hempîşeyên Rosîda, Gulîstan û Hêro, berdêl çi dibe bila bibe em ê rastiyê bişopînin, raya giştî agahdar bikin û polîtîkayên qirêj deşîfre bikin.   Em bang li çapemeniya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan dikin ku li dijî polîtîkayên şer û êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan, bikevin nava tevgerê.   Em ê bîranîna hempîşeyên xwe bi weşangeriya xwe ya wêrek zindî bihêlin û em ê bibin deng û gotina jin û civakê ku ji bo wan canê xwe feda kirine.”