Bavê Hêro Behadîn: Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin 2024-08-24 12:45:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê rojnamevan Hêro Behadîn, Behadîn Abdullah têkildarî qetilkirina keça xwe got: "Ji bo Dije Terora PDK’ê şermek mezine ku tiştan berovajî dike. Bi pere û petrola me zarokên me qetil dikin."    Behadîn Abdullah bavê rojnamevan Hêro Behadîn ku duh li gel rojnamevan Gulistan Tara di êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da daxuyanî da çapemeniyê.    'BI PERE Û PETROLA ME ZAROKÊN ME DIKUJIN'    Behadîn Abdullah di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew aliyên ku dijberiya gelê kurd bi taybet jî Silêmaniyê dikin û destên derve tînin nav xaka başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Bi pere û petrola me, zarokên me qetil dikin. Ji bo Dije Terora PDK’ê şerm û mirine ku bûyerê berovajî radigihîne.”   Abdullah bang li rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbuyî kir ku kiryarên li dijî gelê kurd qebûl nekin û got: “Ji ber ku ev êriş hemû astekê derbaz kirine, gelek kesên din weke keça min hatine qetilkirin.”