Li Şirnexê 8 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin 2024-08-24 16:02:39   ŞIRNEX - 4 cenazeyên endamên HPG'ê ku di pevçûna li bejahiya Elkê de jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.    Cenazeyên 4 endamên HPG'ê ku di operasyonên ji 21'ê Hezîranê û vir ve li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê dewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, di 20'ê Tebaxê de anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatan duh ji Agirî û Şirnexê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ji bo cenazeyan teşhîs bikin nimûneyên xwînê dan.    Hate hînbûn ku cenazeyên 3 HPG'yiyan û endamekî YJA STAR'ê yên beriya niha anîbûn nexweşxaneyê ku malbatên wan di 9'ê tebaxê de ji bo teşhîskirina cenazeyê nimûneyên DNA'yê dan, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin     Her wiha hate diyarkirin ku di çarçoveya operasyonên 21’ê Hezîranê de dorpêça li ser Hemka, Pîrosa û Melêsê yên Elkê didome.