Bi girseyî serdana şîna ji bo rojnamevan Tara hate danîn kirin 2024-08-24 16:20:31   ÊLIH - Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin şîn hate danîn. Şîna Tara bi girseyî hate ziyaretkirin.    Dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê bi balafireke bêmirov û biçek (SÎHA)  wesayîta rojnamevanên ragihandina azad bombebaran kir. Di bombebaranê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Ji bo rojnamevan Tarayê li Taxa Kultur a Êlihê ku bajarê wê ye şîn hate danîn.    Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tîryakî, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî bi awayekî girseyî beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.    Şîn dê 3 rojan berdewam bike.