Bayindir: Cihê çareseriya pirsgirêka kurd cem birêz Ocalan e 2024-08-24 16:30:42   ÎDIR - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Ev wê rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û kurdan veke.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Îdirê 1’emîn kongreya xwe ya awarte bi dirûşma, “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” li dar xist. Kongre li avahiya DBP’a Îdirê pêk hat û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kes beşdar bûn. Li eywanê pankart hatin daliqandin.   Beriya kongreyê endam û rêveberên partiyê di ketina bajêr de Bayindir pêşwazî kirin û berê we dan cihê kongreyê.    Hevserok Keskîn Bayindir bi şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn dest bi axaftina xwe kir û sersaxiyê ji malbat û gelê kurd re xwest.    Bayindir da zanîn ku ew li her navçe û bajarê bakurê Kurdistanê xebatên rêxistinkirina DBP’ê bi rê ve dibin û got: “Ev rêxistinkirin ji bo azadiya Kurdistanê girîng e. DBP di heman demê nasname, ziman û çanda gelê kurd e. Em ê xwe li her devera Kurdistanê bi rêxistin bikin. Em ê xwedî li ziman, çand û siyaseta xwe derkevin. Me li Îdirê mala xwe DBP’ê vekir û divê ji heft salî heta heftê saliyan her kes li vir be.”    Bayindir destnîşan kir ku ew di qonaxek û dîrokek girîng de derbas dibin û ew li her deverên Kurdistanê bi talan, qetlîam, kuştin û êrişên giran re rû bi rû ne. Bayindir got ku ji Îmraliyê heta kolanên Îdirê li dijî êrişan berxwedanek bêhempa heye.    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ CEM BIRÊZ OCALAN E’    Bayindir anî ziman ku Tirkiye ev 100 sal in bi hemû derfetên di destên xwe de êrişî kurdan dike û li dijî wan şer dike û got: “Di 1920’an de Plana Islahatê ya Şerqê danîn pêşiya xwe. Piştî 100 salan vê carê jî di sala 2014’an de plana têkbirinê danîn pêşiya û vaye 10 sal bi ser re derbas bûn. Îro yên ku xitimîne û têk diçin desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta tirk bi xwe ye. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi tevî dostên xwe ve li dijî her cure êrişan li ber xwe dide û têdikoşe. Li aliyekî şerê giran ê li ser Kurdistan3e didome û li aliyekî jî tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didin domandin. Bi salan e tecrîd didome. Em wek gelê kurd dibêjin, ‘ev rê ne tu rê ye’. Desthilatdarî bi tecrîdê nikare gavek bi pêş ve biçe. Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Bi vî awayî rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û gelê kurd vekin. Sedemê hemû krîzan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şer û tecrîdê ne.”    Piştî axaftina Bayindir, Kezban Karasû û Mûrat Yerlîkaya ji bo hevserokatiya DBP’a Bajêr hatin bijartin.