Bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan: Em ê li dijî êrişan serî netewînin 2024-08-24 16:43:16 ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû ya bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan a li Silêmaniyê da wiha got: “Me duh li dijî êrişan serî netewand, em ê îro jî netewînin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê têkildarî êrişa li dijî kedkarên Çapemeniya Azad a li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniya Herêma Kurdistanê li Taxa Pazaryeriyê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’    Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz a li vir axivî, wiha got: “Di êrişa nemerdane ya duh hate kirin de du kedkarên Çapemeniya Azad hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn. Li dijî êrişan têkoşîna me ya berxwedanê dê ji cihê mayî berdewam bike. Dê nikarin bi tu awayî bi gelê kurd bi paş ve gav bidin avêtin. Em careke din Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi rêzdarî bi bîr tînin.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ya pişt re axivî jî wiha got: “Ev êriş ne êrişa ewil a li dijî kurdan e. Me ne duh serî tewand, ne jî em ê sibê serî bitewînin. Ji ber wê yekê em bang li hikumeta PDK’ê dikin; dest ji tarzê xwe yê hevkariyê berdin û ji bo li çar parçeyên Kurdistanê mafên demokratîk ên kurdan bên bidestxistin hewl bidin.”   Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.