Li Stenbolê nobeta li dijî qeyûm: Divê her kes dengê xwe bilind bike 2024-08-24 23:45:30 STENBOL - Nobeda ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê tê girtin, di roja 70’an de ye. Di nobedê de bang hat kirin ku li her derê welêt li dijî desteserkirina îradeyê dengê xwe bilind bikin.   Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, dabû destpêkirin di roja 70’an de berdewam kir.   Hevarokê DEM Partiyê yê Beyogluyê Arîf Yilmaz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku şaredariyên ku bi qeyûman tên rêvebirin di bin deynan de ne. Yilmaz îşaret bi êrîşên li dijî dawet û govendên Kurd kir û got: “Em ê li her derê, li qadan berxwedana xwe bidomînin.”   Serokwekîlê CHP’ê yê Meclîsa Şaredariya Esenyûrtê Sadrettîn Yildirim jî anî ziman ku îradeya ku gelê Colemêrgê hilbijart tune hatiye hesibandin. Yildirim diyar kir ku di heman demê de îradeya meclîsa şaredariyê jî tune tê hesibandin û got: “Meclîsa şaredariyê jî ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin, di nava wan de tenê kesek weke şaredar hate hilbijartin; lê destûr li vê yekê jî nedan.”   Yildirim destnîşan kir ku di rojeva Tirkiyeyê de her tim desthilatdariya qeyûmê heye û got: “Divê gelê me li her derê Tirkiyeyê li dijî van qeyûman rabin û dengê xwe bilind bikin.”   Çalakî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.