ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-25 09:00:16   * Nivîskar û Çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20'ê cotmehê de bên li darxistin nirxand, bi lêv kir ku gel li dijî hevkariya PDK'ê ya êrişên Tirkiyeyê bi bertek e û wiha got: "Ji ber wê jî gel dixwaze bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne. PDK jî ji ber wê bê hevî ye û naxwazê hilbijartin pêk werin."   * Girtî Bakir Ozturk diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê zextên derûnî û tecrîd veguherîne pêkanînên sîstematîk û xwest şandeyên serbixwe "bi awayekî lezgîn" serdana girtîgehan bikin.   * Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berprisê vê jî desthilat e.    * Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ket meha 42'yemîn. Di vê pêvajoyê de 587 serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bê encam man.    * Hat diyarkirin ku di encama hewldanên parêzerên OHD'î de der barê sergardiyanê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê de îşkenceyê li girtiyan dike, lêpirsîn hat destpêkirin.