Li Efrînê 5 welatî hatin revandin 2024-08-25 18:39:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 5 welatî revandin.    Li gorî nûçeya ANHA'yê ku spartiye çavkaniyekî xwecih ê ji Efrînê, hêzên paramîlîter "Polîsên Leşkerî" ên bi ser Tirkiyeyê ve bi ser malên li taxa Sîna ya li navenda navçeya Cindirêsê yê Efrînê de girtine û 5 welatî revandin e. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Nebhan Hesen Haco (52) ji xelkê Şiyê, Hisên Hesen Xorşîd (32) ji gundê Gorda, Îbrahîm Yûsif Silêman (40) ji gundê Xalta, Mistefa Şukrî Hemo (34) ji gundê Çeqela Navîn yê Şiyê, Selah (55) ji gundê Baflûrê yê Cindirêsê.   Heman çavkanî gotiye ku çeteyan ew welatî ber bi cihekî nediyar ve birin e.    Van hêzên paramîlîter vê sibehê welatiyê bi navê Dawûd Reşîd Ukaş (46) ê ji gundê Kurzêlê ya bi ser bajarokê Bilbila Efrînê ve jî revandibûn.