Omer Ocalan: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be 2024-08-25 21:58:39   STENBOL - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan got: "Di her kar û xebatên me de rojeva me ya sereke tecrîd e."    DEM Partiyê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi sernavê "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" panelek li dar xist û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Panel li avahiya DEM Partiya Esenyurtê hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tev li panelê bûn. Omer Ocalan di panelê de axiver bû.    Ocalan diyar kir ku êdî pirsgirêka kurd ketiye pêvajoyên nû û got: "Divê em jî li gorî ruhê pêvajoyê nîqaş û têkoşîna xwe bikin. Dibe ku em winda jî bikin em bi ser bikevin jî. Êrişên Tirkiyeyê li her deverê berdewam dikin. Tirkiye li dijî kurdan bi Esed, Îran û Iraqê re muzakereyan dikin. Tenê armanca wan ew e ku têkoşîna kurdan têk bibin."    ‘ROJEV TECRÎD E'    Ocalan destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wî di nava gel de bidin ji bîrkirin û wiha axivî: "Li Îmraliyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî nayê şixûlandin. Em di rojên herî girîng de jî nikarin ji birêz Ocalan agahî bigirin. Jiyana wî di bin tecrîdê de ye û dixwazin fikrên wî tecrîd bikin. Ev 25 sal in tecrîd heye lê ji sala 2015’an vir ve tecrîd hatiye girankirin. Dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin û ji rojeva kurd û Kurdistanê derxin. Divê em li dijî vê têkoşîna xwe xurt bikin û tecrîd û îşkenceyên li girtîgehan bidin nîqaşkirin. Li her cihî û di her xebatê de rojeva me ya sereke tecrîd e. Em dikarin bi berxwedana xwe tecrîdê bidin rakirin."    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.